Li Mexmûrê amadekariyên 17’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê amadekariyên 17’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê didomin.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Pîrozkirina 4’ê Nîsanê ango rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê bûye kevneşopiyeke dîrokî her sal weke mîhrîcanek çand û werzîşî tê lidarxistin. Her sal beriya du mehan xwendekar û mamosteyên wargehê dikevin nava tevgerê û amadekariyên xwe dikin. Di mîhrîcanê de di aliyê çandî û werzîşî de gelek pêşbirkên cuda hene. Pêşbirkên wekd bezên maraton, 100 û 400 metrî, bisiklet, dirêj avêtin, torbe, hêk, mast, meşa mêrû, govend, stran, helbest, dariştin, zanistî û hwd.

Mîhrîcana ku ji aliyê Qada Perwerdeyê ya wargehê ve tê organîzekirin îsal jî bi heman coş û kelecanê dest pê kir. 17’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê di 18’ê Sibatê de bi turnuvaya futbolê dest pê kiribû, hê jî  xebatên amadekariyê berdewam dikin.

Têkildarî girîngî û wateya 4’ê Nîsanê û lidarxistina mîhrîcanê mamoste Evîn Tayboxa ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku armanca wan bi mîhrîcanê xwedîderketina li wateya rojê ye.

‘Ev roj rojbûna tevahî gelê Kurd e’

Evîn Tayboxa, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Weke wargeh demeke dirêj e mîhrîcaneke çand û werzîşî em li dar dixin. Ji bo wargehê girîngiyek xwe ya cuda heye. Ji ber ku ev dîrok ne tenê weke rojbûna kesekî ye, em wek gelê Kurd bi şans in ku bûne xwedî dîrokek wisa. Di dîrokê de civakên ku dema tengasiyê jiyane kesek xwedî li wan derketiye çêbûye. Weke gelê Kurd jî di demên herî teng de ku di nava zilm û zordariyê de bûn derketina Rêber Apo û xwedîderketina wî ya li gelê Kurd ji bo me ji her tiştî girîngtir e.”

Evîn Tayboxa wiha berdewam kir: “Weke xelkê wargehê ku Rêber Apo dibêje, ‘Zarokên Mexmûrê zarokên min in’ bi wî hestî nêzî Rêbertî dibin em. Şahiya wargehê ya 4’ê Nîsanê ji hemû şahiyên din cudatir derbas dibe. Ji 7 salî heta xwandekarên amadeyî hemû bi çand, huner û werzîşa xwe beşdarî vê pêşbirkê dibin. Zarok hemû ji destpêkê ve xwe amade dikin ka wê çawa beşdarî mîhrîcanê bibin. Ev jî ji bo me cihê moral û kêfxweşiyê ye.”

‘Em bi hestên gihîştina Rêbertî nêzî vê rojê dibin’

Evîn Tayboxa, anî ziman ku bi peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hêviyên azadiyê yên gele Kurd mezintir bûne û got: “Ev demeke dirêj bû me ji Rêbertî agahî nedigirt, bêguman vê rewşê bandorek mezin li ser zarokên wargehê jî dikir. Lê îsal bi banga Rêbertî ya 27’ê Sibatê re çawa bandorê li ser giştî cîhanê kir, bi heman şêweyî li ser wargehê jî kir. Em weke wargeh jî bêguman parçeyek vê bangê ne. Her pêşketinên ku rêxistin û Rêbertî dijîn bandorê li ser wargehê jî dike. Bi taybetî di aliyê hestiyarî de bandorek mezin çêdike. Ji ber ku hêviyên mirovan çêdibin lê vê carê ji her carê zêdetir hêviyên me hene. Ango kêliyên azadiyê nêz in û bi wê hestê em nêz dibin ku di vê mîhrîcanê de em nêzîktirî Rêbertî bibin.”

‘Armanca me xwedîderketina wateya rojê ye’

Evîn Tayboxa di dawiya axaftina xwe de wiha qala girîngiya lidarxistina mîhrîcanê kir: “Rêbertî di aliyê jiyanî û çandî de herî zêde girîngî dide xwezayê. Ji bo ku em zêdetir xwedî li vê rojê derkevin, em li gorî hest û hezkirina Rêbertî nêzîk dibin. Ji ber wê çendê her roja 4’ê Nîsanê dar tên çandin. Her wiha pêşbirkên di aliyê ziman de weke dariştin û helbest tên amedekirin. Di aliyê çand û werzîşê de pêşbirkên zanistî, bez, futbol, dirêjavêtin û hwd. çêdibin. Armanca me bi girtina pileyan zêdetir ew e ku bi vê hestiyarî û çandê, em xwedî li vê rojê derbikevin.”