Ji xaliyan ber bi serê pênûsan ve sembolên jinan ên veşartî bi hunerê der dibin
Saba Moîn Afşar a ji bajarê Sineyê yekem kes e ku hunera qewartina pênûsê dike, sembolên xaliyên Kurdî bi hunera nûjen, koka mîrasa jinan a berê diparêze.

SANÎA MORADÎ
Sine- Li bajarê Sine yê Îranê hunermenda 28 salî Saba Moîn Afşar, yekem kes e hunera qewartina pênûsê dike. Saba Moîn Afşar bi xebatên xwe yên balkêş eleqeyek mezin bi jinan re dibîne.
Saba Moîn Afşar ku perwerdeya mîmariyê temam kiriye wiha got: “Ji ber ku bingeha min mîmarî ye, me pênûs bi birekek diqewart. Bi fikrên ku tê aqilê min bi serê pênûsê min dest bi teşedayînên geometrîk ên weke kûp, pramître, kureyan kir. Bi her forma ku min ava kir nûbûnên cuda çêbûn. Piştre min serê pênûsê du rehend an jî şêweyên hundirê wê vala dayê. Min xebatên xwe yên hunerî piştî perwerdeya mîmarî di sala 2015’an de dest pê kir. Ev 5 sal in bi awayek profesyonel ez xebatên xwe didomînim. Min ev forma hunerê bi awayekî neteweyî tomar kir. Ez endama Fona Kredî ya hunermendan im û du berhemên min di pirtûka huner û hunermendan de hatin weşandin.”
Balê dikşîne ser sembolan
Saba Moîn Afşar diyar kir ku li Tehranê beşdarî pêşangehên cuda bûye û got: “Ceribandina min a yekem pêşangeha Panj Panj a li Pasdaran a li Tahranê bû. Cihekî ku enerjiya pozîtif dida min û ez riya xwe hê cidî û bi rêgez bişopînin hêz dida min bû. Niha cara yekem pêşangeha min li Sannayê hat vekirin. Pêşangehek ku balê dikşîne ser xaliyên çanda Kurd û sembolên di raçînên xaliyan de bû. Di nava sembolên ku min di berhemên xwe de bi kar anîn de îşaretên girêdayî hev ên weke xwarin, bereket û têgînên cihê jinan di jiyanê de, cih digrin. Raçînên xaliyên jinan ên demên berê û ji bo hunermendên din ên jin rêzî nîşan bidin û were ferqkirin ji bo min ecêb bû.”
‘Wateya her sembolê heye’
Saba Moîn Afşar bal kişand ser sembolên herî girîng ên xaliyên çanda Kurdî û wiha got: “Yek ji van sembolan sembola xwedawenda bingehîn bû. Hemû kesên ku vê sembolê li ser xaliyan dibînin, jina ku xalî nexşand bi teduristiya zarokên xwe re eleqedar dibe û bi vê fikarê xalî raçandiye wê fêm bike. Sembola kelemçe jî toqeyek ku jin dema porê xwe dikin kezî û di dibin keziyê de datînin e. Ev toqe ne tenê xweşiktiyek asan e, tê de peyamek veşartî heye. Îşareta hezkirina toqeyê, hêvî yan jî kêfxweşî ye. Di hinek xaliyan de sembolên weke ejderha û çûk hene. Mexlûqên efsane yên ku sê ling û nukulek wan a diyar û gewdeyek sê goşeyî, di çar aliyên xaliyê de bi awayek sîmetrîk hatine bicihkirin. Raçîner bawer dikirin ku ev şekil mertalek li pêşiya nezer û mexlûqatên bi jehrî ye. Ji bo malbatan parêzvanên bêdeng bûn. Sembola çûkan jî xeberdariya dua bû. Daxwazek ji bo hezkiriyên wan vegere bû. Hinek van sembolan di heman demê de weke îşareteke azadî û rizgariyê didîtin. Di bêdengiya dezgehên xaliyan de sembolên çûkan dihatin raçandin, daxwazek ji bo rizgarbûna ji zextê ye.”