‘Hunera Kurd bê jin nabe’

Hunermend Şîno Îbrahîm ku di nav Koma Bawecî ya Koye de ye, balkişand ser girîngiya jinan a di hunerê de û destnîşan kir ku ger jin ji hunera Kurd bê derxistin, ew nabe huner û got ku rola jinan a berbiçav hebe, huner şoreş e.

ŞIYA KOYE 

Koye- Huner ji bo hemû civakên ku dixwazin çanda xwe bipêş bixin û biparêzin, bi taybetî jî ji bo jinan girîng e. Li gor jineolojiyê, bandora taybet a hunerê li ser guhertina civakê, hişyarîkirin û wekheviya zayendî heye. Divê huner di civakê de bi awayek estetîkî were nirxandin. Dema hunermend li hember hebûn û erkê xwe ya di civakê de hişyar be, bi riya hunerê dikare bandorê li ser civakê bike. Beşdariya jinan a di karên hunerî de sûdek mezin dide civakê.  

‘Rola jinan di hunerê de heye’ 

Hunermenda ji bajarê Koye yê Başûrê Kurdistanê Şîno Îbrahîm jî yek ji van hunermendan e. Şîno diyar kir ku karê hunerê bê ji wendahiyek mezin e, di vê di hunera Kurdî ya resen de rola berbiçav a jinan heye û huner şoreşa yekîtiyê ye. Şino Îbrahîm ku endama Koma Bawecî ya Koye ye, derbarê rola jinan a di koma Bawecî de anî ziman ku ji destpêka avabûna Koma Bawecî ya Koye ku di sala 1957’an de hatiye avakirin de, rola jinan hebûye û wiha berdewam kir: “Yekem kesa di Koma Bawecî de rasetrast stran gotiye, xwîşka mamosta Bakurî bûye. Piştî wê, çend jinên din ên weke Koçerxan û Nadiye di komê de hebûn. Koroyên keçan ên Koma Bawecî ji bo pêşkêşkirina stran û sîrûdên netewî û musîqa resen a Kurdî ya di Kurdistanê de, bi nav û deng bûn.” 

Şagirta hunermend Serdar Ehmed e 

Şîno Îbrahîm ku beşdarî merasîma salvegera koça dawî ya hunermend Serdar Ehmed bû, ev tiş gotin: “Îro ez başdarî 6’emîn salvegera koça dawî ya hunermendê mezin mamosta Serdar Ehmed bûm ku hemû jiyana xwe bi musîq û hunera Kurdî derbas bûyî. 60 salan bê westan kar kiriye. Ewqas dilsoz bû ku, tu caran westan hîs nedikir, gelek jinên Koye perwerde kir û ez jî yek ji wan xwendevanan im.” 

‘Jin ji hunera Kurdî bê derxistin ew nabe huner’ 

Şîno Îbrahîm ku peymangeha hunerên ciwan temam kiriye û di sala 1993’an de beşdarî koma mûsîqê ya Bawecî ya Koye bûye, 8 klîb û stran qeyd kiriye û çend stranên wê di koroyan de heye. Şîno derbarê girîngiya beşdariya jinan a di hunera Kurdî de wiha got: “Ger jin ji mûsîq û hunera Kurdî were derxistin, huner nabe huner, ji ber wê divê rola berbiçav a jinê di hunera Kurdî de hebe.” 

‘Huner bandorê li ser hestên netewî dike’ 

Şîno Îbrahîm da zanîn ku bi giştî huner bandorek rasterast li ser hestên netewî dike û wiha got: “Em bêjin an ne bêjin, dema sîrûdên netewî dihatin gotin, ciwan bi bandor dibûn û tevlî xebatan dibûn. Ew stran û musîqayên dihatin pêşkêşkirin, bi serê xwe şoreş bûn. Bi taybetî jî di dema ku em di bin desthilatiya hikûmeta BAAS’ê de bûn. Guhê me li sîrûd û stranan bû. Zêdetir hestê nîştimanî perwerde û tevger dikir, me hez dikir em bibin pêşmerge. Gelek ciwan tenê bi û musîqa û stranan bûne pêşmerge û şoreşger. Lê belê ciwanên niha êdî guh nadin stranên di serdema me de.”  

‘Hezkirina berê ya ji hunerê re nemaye’ 

Şîno Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku êdî eleqeya berê ji hunerê re nemaye û ev tişt anîn ziman: “Di serdema me de karê hunerê û gotina stranan  gelek zehmet bû. Di aliyê civakî û di aliyê kel û pel û amûran de tengasî hebûn. Ji ber ku dinya wek niha ne pêşketî bû, diviya xwêdana reş şîn bikira di studioyek yek ode de. Çileya  zivîstanê an jî germa havînê, befir an germa bûya, me stranên xwe temam dikir, li gel hemû zehmetiyan jî me karê xwe gelek bi kêfxweşî dikir.  Lê belê niha em dibînin ku li gorî  demên borî ew dilsozî û hezkirina ji bo hunerê nemaye. Ger hebe jî gelek kêm e, ji ber wê daxwaza min ew e ku ew hezkirin vegere nava hunera Kurdî.”