rojane
-
‘Piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistan erkê netewî yê her Kurdek e’
Hiqûqnas Tanya Tahir diyar kir ku dijminên Kurdan her tim ji bo şikandina Kurdan êrişî jinê dike û got: “Jinên Rojava bi berxwedana xwe destan nivîsandine. Divê em xwedî li Rojava derkevin.”
-
Dewleta Tirk ambulansa ku birîndaran hildigirt kir hedef
Dewleta Tirk a li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê ya ambulansek ku birîndar hildigirt bombabaran kir.
-
Şerê jiyanê yê rojane: Berxwedana jinên Filistînê ya ji bo zarokên wan
Tevî dorpêç mirin û rûxandinê jî li Zîvala Xezayê jinên Filistînî têkoşîna xwe ya rojane ji bo parastina malbata xwe berdewam dikin û hewil didin pêdivên jiyanê peyda bikin.
-
Jinên Mexribê ji ber zehmetiya isbatkirina tundiyê nikarin gilî bikin
Çalakvana Hiqûqî Yasmîn Zakî balkişand ser tundiya li hember jinan a li Mexrîbê û destnîşan kir ku jin ji ber zehmetiya isbatkirina tundiyê û bandorên derûnî, nikarin herin saziyên edaletê û li zilam gilî bikin.
-
'Pêwîstiya Sûriyê bi piştgirî û îradeyeke siyasî ya Ereban heye'
Çalakger û sendîkavan Wesîle Ayîş bang li civaka sivîl û çapemeniya Tûnisê kir ku li dijî kiryarên li ser jinên Sûriyeyê bi lezgînî bikevin tevgerê, pêşî li êrişên hovane were girtin û komên tundrew werin teşhîrkirin.
-
‘Divê AKP dest ji piştvaniya komên cîhadî berde’
Endama Komîteya Navendî ya EHP’ê Sanem Denîz Kural bal kişand ser trajediya jin û zarokên ku ji ber êrişên li ser Sûriyeyê koçber dibin û got: “DAIŞ, El Nusra û HTŞ bi piştgiriya Tirkiyeyê êriş dikin divê desthilatdariya AKP’ê dest ji piştgiriyê berde.”
-
Jin li hemberî êrişan bi biryar in: Em ê rê nedin dagirkeriyê
Jinan li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser bajarê Minbic û gundewarên wê bertek nîşan dan, bal kişandin ser parastina destkeftiyên xwe û gotin: “Em ê nehêlin bihustek axa me bê dagirkirin."
-
Rêveberiya Xweser: Em ê bi hemû derfetên xwe li hember dagirkeriyê bisekinin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dawîn ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê de, daxuyaniyek da û got: “Em ê bi hemû derfetên xwe li hember dagirkeriyê bisekinin.”
-
Li Minbicê 3 endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya hat qetilkirin
Kombûna Jinan a Zenûbiya ragihand ku 3 endamên wê di êrişa dewleta Tirk û çeteyên wî yê li ser Tirk a li ser Minbicê de 3 endamên wî hatine qetilkirin.
-
Dewleta Tirk li Eyn Îsayê 8 welatiyan qetil kir
Dewleta Tirk li dijî malbateke li bajarê Eyn Îsayê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyek pêk anî, di encamê de 8 welatî hatin qetilkirin.
-
Şêniyên Mexmûrê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî êrişên dagirkerî yên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekî girseyî şermezar kirin û banga xwedî derketina gelê Rojavayê Kurdistanê kirin.
-
Li Kenyayê gel li dijî qetilkirina jinan derket kolanan
Li Kenyayê li dijî zêdebûna bûyerên qetilkirina jinan, bi sedan kes daketin kolanan û bi dirûşmên; “Dawî li kuştinê binîn”, dest bi çalakiyan kirin. Polîsan di çalakiyan de bi gaza îsotê êrişê jinan kirin.
-
Însiyatîfa ji bo azadiya Abdullah Ocalan ji NY re name şand
‘Însiyatîfa ji bo azadî û parastina Abdullah Ocalan a Sûriyeyê’ û ‘Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Abdullah Ocalan’ ji bo bi dawîanîna tecrîda li ser Abdullah Ocalan, ji sekreterê giştî yê NY`yê re nameyek şand.
-
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê efûyeke giştî derxist
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê efûyeke giştî derxist.
-
Ji TJA bang: Ji bo Sûryeyek azadî piştevanî pêwîste
TJA'yê bertek nîşanî êrîşên çeteyên SMO'yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina jinan da û ji bo Sûriyeyeke demokratîk, wekhev û azad banga têkoşîn û hevgirtinê li jinan kir.
-
Li Kirmaşanê ji bo kesên kêmendam mihrîcana şanoyê
Li Kirmaşanê 8’emîn Mihrîcana Şanoya Kêmendamên Herêma Zagrosê di rojên 6-9’ê Kanûnê de hat lidarxistin. Komên şanoyê bi lîstikên xwe peyama; “Armanca me ew e ku em di nava civakê de bin û xwe nîşan bidin” dan.
-
Rejîma Îranê cezayê girtîgehê da 15 jinên Behayî
Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê desthilatdarên Îranê cezayê girtîgehê li 15 jinên Behayî biriye. Tevî cezayê girtîgehê, qedexeya derketine derveyî welat jî li jinan hate birîn.
-
‘Divê medya erka xwe ya welatparêziyê bi cih bîne’
Çalakvanên siyasî behsa bandora dagirkeriyê li ser jinan kirin û gotin: “Di dema şeran de jin rastî gelek êrişan tên, medyaya desthilatdariyê li cihê ku rastiyan bişopîne û bigihîjîne cîhanê, berovajî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere.”
-
Rapora otopsiyê ya Rojîn Kabaîş: Sedema mirina wê xeniqîn e
Rapora otopsiya ya Rojîn Kabaîşê a ku li Wanê winda bibû û cenazeya wê piştî 18 rojan hat dîtin derket. Hat diyarkirin ku li gor raporê sedam mirina Rojbîn Kabaîşê xeniqîn e.
-
‘Divê em weke jinên Başûr parastina Şoreşa Rojava bikin’
Çalakvan Şorê Mayî der barê êrişên dewleta Tirk li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî, bang li jinên Başûrê Kurdistanê kir û got: “Divê dest bidin destê hev û xwedî li şoreşa Jin Jiyan Azadî ya Rojavayê Kurdistanê derbikevin.”