rojane
-

Jinên hunermend di mihrîcana ‘Hewaya Bexdayê me dike yek’ de kom bûn
Li Bexdayê Mihrîcana ‘Hewaya Bexdayê me dike yek’ ji aliyê Komeleya Hunerê ya Kehreman destpê kir. Ji bajarên cuda yên Iraqê 40 jinên hunermendên şêwekar û dîtbariyê bi berhemên xwe beşdar bûn.
-

‘Hêzên pêşmerge yên jin sembola xwerêveberî û nasnameya Herêma Kurdistanê ne’
Mihabad Şêx Heme Emîn endama desteya damezrêner ya hêzên pêşmergeyên jin, der barê nîqaşên li ser hêzên peşmerge bi hêzên Iraqê re bibin yek de axivî, bal kişand ser avakirina hêza jinan û got: “Em nahêlin tevlî hêza pêşmerge ya Iraqê were kirin.”
-

Emîra EL-Izo: Ol nabêje jinan qetil bikin
Berdevka Meclîsa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk Emîra EL-Izo anî ziman ku şîrovekirina şaş a olê, bûye sedem ku gelek jin bên kuştin û got: “Ol nabêje jinan qetil bikin.”
-

Oznur Deger: Qada çapemeniyê qada berxwedanê ye
Rêvebera Ajansa Nûçeyan a JinNews’ê Oznur Deger behsa polîtîkayên ku ji aliyê dewlet û feraseta mêrperest a ku li ser jinan tê meşandin kir û got: “Îro em wek rojnamevanên jin, bûne dengê jinên ku li kolanan diqîrin.”
-

Li Kongoyê 24 saetên da 32 mirin hatine tomar kirin
Li Komara Demokratîk a Kongoyê di 24 saetên dawî de 72 bûyerên nû yên Ebolayê û 32 mirin hatine tomar kirin. Hejmara giştî ya bûyeran li welêt gihîştiye 782 û hejmara mirinan jî gihîştiye 181.
-

MPKE serî li Wezareta Dadê da
Heyeta Koma Çep a yekbûyî ya MPKE bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da û got: “Em piştgiriyek xurt didin ku sererastkirina mercên girtîgehê yên Birêz Ocalan bi rengê ku karibe vê pêvajoyê bi pêş ve bibe.”
-

Jineke Kurd li DYE du xelatên akademîk ên girîng wergirt
Dr. Ronay Bakan, lêkolîner û akademîsyeneke Kurd, ji bo teza xwe ya doktorayê ya li ser polîtîkayên guhertina demografîk li Bakurê Kurdistanê û bikaranîna erd û mîrata çandî li dijî nasnameya Kurd du xelat wergirt.
-

Ferîşte Abbasî: YE rewakirina Talîbanê dûr bisekinin
Lêkolînera Çavdêriya Mafên Mirovan Ferîşte Abbasî, bang li welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku ji rewakirina Talîbanê dûr bisekinin û di bin şert û mercên heyî de vegera bi zorê ya penaberên Afganî rawestînin.
-

Kongreya Jinan a Brezîlyayê balkîşand li ser rêxistinbûyîna jinan a navnetewî
3’yemîn Kongreya Neteweyî ya Jinan a CONAQ ku di navbera 11-14’ê Hezîranê de li Brezîlyayê hate lidarxistin, bi dawî bû. Di Kongreyê de li ser rêxistinbûyîna jinan, parastina axê, xwedî derkatina dîrokê û her wiha hevgirtina jinan nîqaş pêşketin.
-

Ghada Saba: Sînema platformek e ji bo şikandina tabûyan û hişyarkirina jinan
Derhêner Ghada Saba daxwaza ji nû ve nirxandina qanûnên mîratê yên Urdunê kir da ku li gorî şert û mercên heyî bin, tekez kir ku pêdivî bi parastina jinan heye û girîngiya bilindkirina hişmendiyê li ser pirsgirêkên jinan destnîşan kir.
-

Dayikên Aştiyê: Başûrê Kurdistanê di xeterê de ye
Dayikên Aştiyê yên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê daxwaza xwe ya ji bo yekîtiya neteweyî anîn ziman, ji hêz û partiyên Kurd xwestin yekîtiya neteweyî ava bikin.
-

Çalakiya nobetê ya Mexmûrê di roja 1060’an de didome
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 1060’an de bi biryardariyek xurt didome.
-

Konferans bi navê"Banga Demokratîk ji bo Sedsala Nû" encamnameya xwe ragihand
Konferansa ‘Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala wê ya Duyemîn de’ bi encamnameyek dawî bû. Di encamnameyê de tê gotin ku: “Her cure zextên li ser demokrasiyê, Tirkiyeyê ber bi xetimandineke kûrtir ve dibe.”
-

Rojnamevan Dûa Silo jiyana xwe ji dest da
Pêşkêşvana radyoya Dirbêsiyê Dûa Xalid Silo ya ji bajarê Dirbêsiyê ya Parêzgeha Hesekê ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest da. Yekitiya Rojnamevanên Jin peyama sersaxiyê weşand û got: “Mîrata wê ya pîşeyî dê di bîranînên hevkarên wê de bijî.”
-

Têkoşîna jinên Heratê li cîhanê belav dibe
Ruxmê tevahî sepandin, zext, êrîşên hovane jî Talîban nikare deng, berxwedan û têkoşîna jinên Heratê bi dawî bike. Berxwedana jinên Heratê îro li gelek welatên cuda deng vedide û hevgirtina jinan bi hêz dike.
-

Rûşen Seydaoglu di konferansê de pêşniyara Konfederalîzma Jinan a Demokratîk kir
Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala wê ya Duyemîn de di roja xwe ya duyemîn de di dome. Di konferansê de Rûşen Seydaoglu pêşniyara Konfederalîzma Jinan a Demokratîk kir.
-

Amnesty der barê rewşa girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de hişyarî da
Amnesty International, der barê rewşa girtiyên siyasî de hişyarî da û bang li Îranê kir ku tavilê cezayê darvekirinê were rawestandin.
-

Li Îranê krîza personelên di qada tenduristiyê de kûrtir dibe
Alîkarê Rêveberiya Giştî ya Hemşîretiyê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di nava salek de zêdetirî 3 hezar hemşîreyan îstifa kirine, karên xwe hiştine, yan jî koçî derveyî welat kirine.
-

Kovara Jin bi sernavê "Şêweyên Serdestiyê li ser Laşê Jinan" derket
Hejmara 172’emîn a Kovara Jin bi sernavê "Şêweyên Serdestiyê li ser Laşê Jinan" derket.
-

Li Tûnisê têkoşînek berfireh ji bo azadiya çapemeniyê
Li Tûnisê rewşa azadiya çapemeniyê ya niha, rûbirûyî dijwarîyek girîng e. Têkoşîn êdî ne li ser kalîteya berhemên medyayê ye, li ser parastina hebûna çapemeniyek azad û serbixwe ku dikare erkên xwe bêyî tirs, darizandin an girtinê bi cih bîne.