rojane
-

Navenda Jineolojiyê li Misrê bal kişand ser tundiya dîjîtal a li ser jinan
Di paneleya ku Misirê hate lidarxistin de, beşdaran balkişandin ser algorîtmayên dîjîtal, tundiya li dijî jinan û zexta li gorî pîvanên bedewiyê zêde dikin.
-

Sozdar Avesta: YJŞ li Rojhilata Navîn bûye sembola îrade û berxwedana jinan
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, Şengalê wekî beşeke girîng a pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û got: “Pêngava entegrasyonê ya li Şengalê gaveke girîng e. Ji bo gelê Êzidî tiştê herî girîng xweparastin e.”
-

Hevkêşeya aloz a Sûriyeyê bêaramî û pêvajoyên rawestayî
Sûriye di nava mudaxeleyên derveyî û qeyranên navxweyî de, bi tengasiyên ku gef li ewlehî û aramiya wê dixwe re rûbirû ye. Binpêkirinên li dijî koçberên Kurd ên vedigerin ser axên xwe, têkildarî çawaniya parastina hevkariya neteweyî dibe sedema pirsan.
-

Li Başurê Kurdistanê propagandaya zewaca misyarê
Li Başurê Kurdistanê, li ser medyaya dîjîtal reklama zewaca misyarê tê kirin. Bi parvekirina agahiyên kesane û wêneyên jinan re ji mêran re derfeta hilbijartinê tê dayîn.
-

Sepîde Qoliyan şahidiya îşkenceya li dijî 150 girtiyan belge kir
Sepîde Qoliyan, ji Raportora taybet a Mafên Mirovan a NY’ê Maî Sato re nameyek şand û ragihand di hevdîtinên ku bi 150 kesên di xwepêşandanan de hatine binçavkirinê re pêkanî de, şahidiyên têkildarî îşkence, tecawiz û gefên darvekirinê, komkiriye.
-

Jîna Muderis Gurgî : Zarokên dayîkên girtî jî cezayê girtîgehê dikişînin
Bêyî baxçeyên lîstikê, bê perwerde û di nava jîngeheke girtî de; Zarokên dayîkên wan girtîne ne tenê ji mafên xwe yên bingehîn, di heman demê de ji zarokatiya xwe jî bêpar dimînin.
-

Di roja cîhanî ya girtiyên siyasî de banga edaletê
Koma Çavdêriya Peymanên Osloyê û Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bi boneya 30'yê Cotmehê banga lezgîn kir û daxwaza azadiya girtiyên siyasî, bidawîkirina îşkenceyê û rawestandina darvekirinan kir.
-

Navenda çandî ya keçan a Sûdanî Xelata Zimanê Erebî ya Mohammed bin Raşîd girt
Navenda Çandî ya Sûdanî "Al-Fal" ku girîngiyê dide perwerdekirina keçan, li Dubaiyê Xelata Zimanê Erebî ya Mohammed bin Raşîd a sala 2026’an girt.
-

Jinên Tunisê bi dirûşma ‘Kar, Azadî, Rûmeta Neteweyî’ daketin qadan
Jinên Tûnisî, ji bo têkoşîna li dijî bêkarî û salên dirêj ên li bendemanê, astengiyên civakî derbas kirin û di pêşiya meş û çalakiyên rûniştinê de cih girtin. Ew pêşengiya protestoyan dikin û daxwaza kar û jiyaneke bi rûmet dikin.
-

Yekem pêşengeha hunera komîksê li Xezayê Ronahiyek di siyê de
Yekîtiya Giştî ya Navendên Çandî li Xezayê pêşangeha 'Ronahiyek di siyê de' li dar xist. Pêşangeh bi riya hunera komîksê tevî kêmbûna derfet û amûran, çîroka Filistînî û krîzên Xezayê vedibêje.
-

Jinên li Prîştîneyê li hember sersariya rayedaran serî rakirin
Li paytext Prîştîneya Kosovoyê, bi sedan jinan bi çalakiyeke protestoyî xwestin ku kuştina jinan wekî rewşa awarte ya netewî bê dîtin.
-

Şerê parvekiririnê yê nav lê nehatiye kirin lêgerîn û paradîgmaya çareseriyê - GOTAR
Şerên parvekirinên yên cîhanî, şerên hegemonyayê yên li Rojhilata Navîn û li dijî tundiya pergalî ya li ser jinan, avakirina civaka demokratîk, weke çareseriyeke bingehîn derdikeve pêş.
-

Avakirina her qonaxeke nû bê beşdariya jinan ne pêkan e
Li Qamişlo Kongra Star ji bo nûvekirin û pêşxistina pergala xwe de konferansek lidarxist. Di konferansê de hate gotin ku avakirina her qonaxeke nû bê beşdariya jinan ne pêkan e.
-

NY’ê der barê zêdebûna binpêkirinan li dijî jin û keçên Efgan de hişyarî da
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, tekez kir ku gihîştina perwerdeyê mafekî bingehîn e û da zanîn ku tundî û cudakariya li herêmên ji şer bandorbûyê, beşdariya jinan a danûstandinên aştiyê dike mijarek girîngtir.
-

Li Dirbesiyê 4 ferdên heman malbatê hatin kuştin
Li Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê, îro siharê bûyereke tirsnak pêk hat. Kesê bi navê Ciwan Mihemed Emîn Elî ji malbata xwe 2 jê zarok 4 kes kuştin.
-

Ji bo hişê çêkirî banga kontrolkirina lezgîn
Fikarên kûrewî yên li ser pêşeroja hişê çêkirî zêde dibin. Pisporan, hişyar dan ku pergala hişê çêkirî ya super wê ji kontrola mirovan derkeve. Her wiha pêşbaziya navbera şîrketan a ji bo pêşxistina teknolojiyên ku dibe gef li hebûna mirovahiyê dixwe.
-

NY'ê ji bo Sûdanê hişyarî da
NY'yê hişyarî da ku komkujî û binpêkirinên li Faşîrê diqewimin, dibe ku li Kordofan û Nîla Şîn jî dubare bibin.
-

Banga Arjantînê ji bo azadiya Ocalan û garantoriya FIDH’ê
Komeleya Mafên Mirovan a Arjantînê bang kir ku doza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê çareserkirin û xwest Federasyona Navneteweyî ya Mafên Mirovan ji bo pêvajoya aştiyê bibe garantorê navneteweyî.
-

Li Tehranê di doza pêşangeha Fitexê de blognivîseke jin hat girtin
Piştî pêşangeha fitnesê ya "Fitex", Dozgeriya Tehranê blognivîseke jin girt, fermana girtinê ji bo organîzatorekî derxist û rûpelên çalakiyê yên serhêl asteng kirin.
-

Vegera koçberên Kurd di bin metirsiya êrîşan de ye
Çalakvana siyasî der barê êrîşên ku vê dawiyê li ser koçberên Girê Spî ku vegeriyan warê xwe çêbûn got ku êrîşên li dijî wan pirsên der barê lawaziya peymana entegrasyonê û nebûna parastin û hesabpirsînê de derdixin holê.