PE’yê Xelata Azadiya Fikrî ya Sakharovê da UCM û xebatkarên dadgehê

Parlamentoya Ewropayê, Xelata Azadiya Fikrî ya Sakharovê ya 2026'an da Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) û xebatkarên dadgehê.

Navenda Nûçeyan – Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola, xelata Azadiya Fikrî ya Sakharovê ya 2026'an, 22’ê Cotmehê li Strasbourgê ragihand.

Roberta Metsola bi gotinên; “Yekîtiya Ewropayê li ser bingeha piralî û hurmeta li saziyên navneteweyî ava bûye” bal kişand ser karên ji bo pêkanîna edalet û hiqûqa navneteweyî tên kirin.

Roj û rista UCM’ê

Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) ku navenda wê li Laheyê ye, bi lêpirsîn û darizandina sûcên giran ên weke sûcên şer û sûcên li dijî mirovahî û qirkirinê erkdar e. Dadgeh bi taybetî piştî dayîna fermana ji bo girtina Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu bû hedefa rêveberiya Trump. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) pêkanîn danîn ser dadgehê û hinek rayedarên wê.

Biryara xelatdayînê ya Parlamentoya Ewropayê weke piştgiriyek siyasî ya ji bo parastina serxwebûna dadgehê û edaleta navneteweyî tê dîtin.

Xelata Sakharovê

Xelata Azadiya Fikrî ya Sakharovê ku ji sala 1988'an û vir ve tê dayîn, ji bo kes û saziyên ku tevkariyê ji bo parastina azadiya bingehîn û mafên mirovan dikin tê pêşkêşkirin. Tê plankirin ku xelat 16'ê Kanûnê li Strasbourgê bi merasîmek bê dayîn