Li Mexribê ji bo mafên jinan banga hesabdayîna hikûmetê
Komeleya Jinên Demokratîk a Mexribê, bang li parlamentoyê kir ku çavdêriya sozên hikûmetê bike û ji bo necihanîna sozan, hesab ji hikûmetê bipirse.
Mexrîb – Bicihanîna sozên têkildarî mafên jinan a di bernameya hikûmeta nû ya Mexribê de û gelo ka sozên bi armancên berbiçav, çavkaniyên darayî û nexşerêyeke zelal tên piştgirîkirin an ne bûn mijara nîqaşê. Tevgera jinan, tekez dike ku wekheviya rasteqîn a di navbera jin û mêran de divê ne tenê wekî sozeke devkî bimîne, divê bibe prensîbeke bingehîn ku rêveberina polîtîkayên giştî dike.
Komeleya Jinên Demokratîk a Mexribê, di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku sozên hikûmetê yên der barê mafên jinan, bihêzkirina aborî, têkoşîna li dijî tundiyê û beşdariya di pêvajoyên biryardanê de, ji armancên berbiçav, veqetandina budceyê û teqwîma bicihanînê bêpar in. Komeleyê, balkişand ku ev kêmasî, der barê girîngiya ku ji bo wekheviyê ya di rojeva hikûmetê de hatiye dayîn û ka dê di jiyana jinan de guhertineke rastîn çêbibe an ne pirsan avadike.
Divê sozên hilbijartinê veguherînin polîtîkayên hikûmetê
Komeleyê, destnîşan kir ku li gorî lêkolîna li ser 66 nîşanan hate kirin, partiyên siyasî di nêzîkatiyên xwe yên li hember maf û wekheviya jinan de ji hev cuda ne. Komeleyê, bi daxwaza veguherandina sozên hilbijartinê ya ji bo polîtîkayên berbiçav, daxwaza reformên qanûnî, temsîliyeta wekhev, têkoşîna li dijî tundiyê, zêdebûna karê jinan û naskirina karê lênêrînê yê bêpere kir.
Banga budçeyên têr û çavdêriya mafên jinan
Komeleyê, ji bo pêkanîna polîtîkayên ku li ser mafên jinan, daxwaza pêşxistina budçeyên li gorî zayendê û veqetandina çavkaniyên darayî yên têr û domdar kir û tekez kir ku divê nîşane werin danîn da ku bandora lêçûnên giştî ya li ser kêmkirina newekheviyên di navbera jin û mêran de bê pîvandin.
Komeleyê, daxwaza avakirina mekanîzmayên saziyî kir ku hewil dide armancên pîvandî, demek zelal û raporên pêşveçûnê yên birêkûpêk hene ku sozên hikûmetê bişopînin. Her wiha komeleyê, daxwaz kir ku tevgerên mafên jinan û mafên mirovan a di van pêvajoyên çavdêrî û nirxandinê de rolek garantî bikin.
‘Berpirsiyariya parlamentoyê tenê bi nîqaşkirina bernameya hikûmetê re sînordar nîne’
Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê, tekez kir ku divê parlamento çavdêriya hikûmetê bike û ji bo bicihanîna sozên xwe berpirsiyar bigre. Komeleyê, banga avakirina polîtîkayên bi bandor, çavkaniyên têr û mekanîzmayên pêkanînê kir ku wekheviya jin û keçan vediguherîne encamên berbiçav.
Li Mexribê cara ewil tayînkirina jinek a mîna Serokwezîr, di temsîliyeta jinan a meqamên berpirsiyariyê de xwedî girîngiya siyasî û sembolîk e. Lê komeleyê tekez dike ku pirsa ka ev temsîliyet heta çi aste di naveroka polîtîkayên giştî û di daxwazên ji bo wekheviya bingehîn de tê xuyang kirin jî girînge.