rojane
-
Ji Başurê Kurdistanê bang: Li dijî êrişan bibin xwedî helwest
Çalakvana siyasî Geşe Dara bal kişand ser êrişên li ser Bakur û Rohilatê Sûriyeyê û got: “Divê Kurdên li her aliyê Kurdistanê ji bo Rojava xwe berpirs bibînin û li dijî êrişan bibin xwedî dengek û helwestek.”
-
Çalakvanên Tûnisî: Divê jin ji mafên xwe paş de gav navêjin
Çalakvanên Tûnisî destnîşan kirin ku destdirêjiya cinsî ya li dijî jinan, pir bilind bûye û bandoreke neyînî li kesên rastî tundiyê tên, dike. Çalakvanan bang kirin ku xwendekarên zanîngehan werin hişyarkirin.
-
Li Yemenê pirsgirêka ewlekarî û rê bandorê li jiyana jinan dike
Çalakvanên jin ên Yemenê destnîşan kirin ku ji bo azara veguhestinê bi rengekî serbixwe sivik bibe, pêwîst e ku rê bên başkirin. Jinan gotin ku ev ji bo jin bighên perwerdê û derfetên kar ji bo cudakarî û xizanî were têkbirin, girîng e.
-
Girtiya nexweş a ku berdana wê hat taloqkirin: Êdî ez di şertên girtîgehê de nikarim bijîm
Girtiya nexweş Besra Erol ku bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdarî tehliyeya wê salekê hat taloqkirin, anî ziman ku pirsgirêkên wê yên tendirustiyê zêde bûne û got: “Êdî nikarim di şert û mercên girtîgehê de bijîm.”
-
Du caran koçberî jiya: Em ê her tim di nav têkoşînê de bin
Şêrîn Ehmed a ji Efrînê ku ji ber êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wî cara dûyemîn e koçberiyê dijî dibê: “Em ê her tim di nav têkoşînê de bin.”
-
Pinar Aydinlar bi şertê kontrola edlî hat berdan
Hunermend Pinar Aydinlar bi şertê kontrola edlî hat berdan.
-
Karwanên ji bo veguhestina gel çûbû Minbicê hate astengkirin
Wesayît û ambulansên ku ji bo veguhestina gelê li Minbicê maye derketibû rê, ji aliyê komên çete û dewleta Tirk ve hatin astengkirin.
-
UNICEF: 150 milyon zarok bê nasname dijîn
UNICEF’ê diyar kir ku li gorî daneyên sala 2019’an rêjeya nifûsa zarokên ku qeyda wan a welidînê hatiye kirin ji sedî 75 e, di rapora dawî ya 2024’an de ev rêje gihîştiye ji sedî 77’an, li cîhanê 150 milyon zarok bê nasname dijîn.
-
Dayikên Şemiyê cara 1029'an li Qada Galatasarayê hatin cem hev
Dayikên Şemiyê ji bo ku biryara demboriyê ya li ser dosyaya Îbrahîm Demîr û Agît Akpa ên berî bi 33 salan hatin qetilkirin bê rakirin bang kirin.
-
Xizmên Windayan aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
Xizmên Windayan û ÎHD’ê aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê ku di 6'ê Kanûna 1993'yan de li navçeya Siwêrega Rihayê di bin çavan de hat windakirin, pirsîn.
-
Rewşa tendirûstiya Werîşe Mûradî xirab e
Hat ragihandin ku rewşa tendirustiya girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî ya di girtîgeha Evînê de tê girtin xirab e. Her wiha Werîşe Mûradî ji mafê xwe yê tendirustiyê bêpar hatiye hiştin.
-
‘Divê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de wekhevî hebe’
Jinên Suwedayê careke din li Qada Kerama kom bûn, diyar kirin ku jin bedela herî mezin a şerê li welat didome didin û gotin ku hêviya wan ew e di navbera hemû hevgirtiyên Sûriyeyê de wekhevî hebe.
-
Agahî ji çalakvan Seyran Xusrawî nayê girtin
Çalakvana mafê jinan Seyran Xusrawî, ev nêzî meheke ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatiye binçavkirin û heta niha der barê rewşa wê de tu agahiyek nehatiye bi destxistin.
-
Zeyneb Celaliyan ji mafê dermankirin û serdana malbatê bêpar e
Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan, tevî rewşa tendirustiya wê ya nebaş hîna jî ji mafê dermankirinê û serdana malbatê bêpar tê hiştin.
-
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û şoreşa Rojava du eniyên heman têkoşînê ne
Sê jinên çalakvanên siyasî piştevaniya xwe ya bi gelê Rojava re nîşan dan û daxwaz ji azadîxwazên cîhanê kirin ku li dijî êrişên dagirkerî û dîktatoriyê bibin yek.
-
Jinên siyasetmedar ên li Mexribê bi tundî û gefan re rûbirû ne
Li Mexribê tundî li dijî jinên siyasetmedar, her roja diçe zêdetir dibe. Jinên siyasetmedar, diyar kirin ku divê tundiya siyasî ya li dijî jinan, weke cudakarî û binpêkirina mafên mirovan were dîtin û ji bo pêşîgirtinê sererastkirên zagonî werin kirin.
-
Mamosteya Felsefeyê: Jineolojî zanist û riya parastina jinan e
Mamosteya felsefeyê ya Tûnisî Fatma Meydanî teqez kir ku Jineolojî xwedî rastî û bingehek e dîrokî ye, ji bo zelalkirina vê dîrokê, cewher û xwezaya jinan derketiye.
-
Nivîskar Oya Baydar: Çareseriya pirsgirêka Kurd yekem gavê demokrasiyê ye
Nivîskar Oya Baydar diyar kir ku pêkanînên qayûmê nîşaneyek neyartiya li hember Kurdan e û got: “Çareseriya pirsgirêka kurd, yekem gavê aştî û demokrasiyê ye. Em ji yên ku çareseriyê asteng dikin re dibêjin nabe.”
-
Ji Til Temirê bang li jinên cîhanê: Li gel jinên Rojava bin
Cîgira hevserokên meclisa bajarê Til Temirê Madlên El-Ibêd qetilkirina 3 endamên Kombûna Zenûbiya şermezar kir û got ku ev yek, berdewamiya komkujiya Parîsê ye. Madlên, bang li jinên cîhanê kir ku piştgiriyê bidin jinên Rojava.
-
‘HTŞ û SNA ji bo jinan tehdîd in’
Tora Piştgiriya Jinê û Tora Femînîst a WANA diyar kir ku HTŞ û SNA mafên jinan û têkoşîna li Sûriyeyê paşguh dikin û banga piştgiriyê li civaka navneteweyî kir.