rojane
-

REPAK li Silêmaniyê 16’emîn salvegera xwe pîroz kir
Rêxistina REPAK di çalakiya salvegera xwe ya 16’emîn de banga xurtkirina hevkariyên jinên cîhanî kir û diyar kir ku ew ê têkoşîna ji bo azadiyê bê navber bidomînin.
-

Abdullah Ocalan: Destwerdanên li dijî îradeya azad a jinan nayên qebûlkirin
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got: "Di nava civakeke ku lê jin azad nînin, bi rastî jî em nikarin qala civakeke demokratîk bikin. Her cure destwerdanên zorlêker ên li dijî jiyan û îradeya azad a jinan nayên qebûlkirin.”
-

Hunermend û lîstikvana şanoyê Gulistan Tahir koça dawî kir
Hunermend û lîstikvana şanoyê ya Kurd Gulistan Tahir a di cîhana hunerê de wekî Gulistan Subarî dihat naskirin, piştî dehan salên jiyana hunerî ya di qada stranbêjî, şano û lîstikvaniyê de, îro koça dawî kir.
-

32 sazî û rêxistinên zimanê Kurdî destek dan daxwaza perwerdeya Kurdî
32 sazî û rêxistinên zimanê Kurdî yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxuyaniyek destek dan daxwaza perwerdeya Kurdî ya gelê Rojavayê Kurdistanê.
-

Ji xizmên windayan banga edaletê û darizandina kujeran
Navenda Nûçeyan- Xizmên Windayan û rêveberên Şaxên ÎHD’ê ya Amed, Êlihê û Colemêrgê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin vê hefteyê jî domandin.
-

Li Taîzê di encama êrîşa li dijî wesayîtek de 15 kes mirin
Hate diyarkirin ku li Taîzê li ser rêya Hîcet el-Ebdê wesayîtên sivîl bûne hedef û di encama êrîşê de 15 kes mirine û gelek kes birîndar bûne. Hûsiyan berpirsyariya êrîşê girt ser xwe û tê diyarkirin dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
-

Polîtîkaya niştecihbûnê ya Îsraîlê li Şerîaya Rojava belav dibe
Çalakiyên niştecihbûnê yên Îsraîlê ji herêma "C" ber bi herêmên "A" û "B" ve berfireh dibe û koçberiya bi darê zorê zêde dibe. Neteweyên Yekbûyî, hişyarî da ku ev pêkanînan dikarin bibin sûcên li dijî mirovahiyê.
-

Dayîkên Şemiyê li aqûbeta Fethî Ildir pirsîn
Dayîkên Şemiyê, di çalakiya xwe ya heftane ya hezar û 119’an de kûjerên Fethî Ildir ê ku di sala 1993’an de hatibû binçavkirin û kuştin, pirsin û wiha gotin:“Di sûcên ku li dijî mirovahiyê pêk hatine de demborî tune ye. Kujerên Fethî Ildir li ku ne?”
-

Bîranîn: Li Parîsê vegotina bîra Kurdî ya bi wêne, muzîk û dîrokê
Pêşangeha ‘Bîranîn’, ku ji sê mehan xebata li Bakurê Kurdistanê hatiye amadekirin, li Parîsê deriyên xwe vekir. Pêşangehê, li ser bîranîn, rojane û serpêhatiyên mirovên Kurdistanê, ji aliyê du rojnamevanên jin ve hatiye amadekirin.
-

Li Nepalê lehiyên ji ber qeşayê: Hezar û 342 kes mirin
Hejmara kesên ku ji ber lehiyên ji ber hilweşîna qeşayê ya li herêma Rasuwa ya Nepalê ya nêzî sînorê Çînê mirin, gihîşt hezar û 342’yan. Polîs, ragihand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo hezar û 886 kesên winda, didome.
-

Li Sûriyeyê jin û zarok jî di nav de 23 gorên komî hatin dîtin
SOHR’ê, ragihand ku ji destpêka salê û vir ve li herêmên cuda yên welat 23 gorên komî hatine dîtin. Di goran de jin û zarok jî di nav de hestiyên 203 kesan hatin dîtin.
-

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de sê kes mirin
Tevî peymana agirbestê jî di êrîşên hewayî yên berdewam ên Îsraîlê li dijî deverên cuda yên başûr û rojhilatê Lubnanê de sê kes hatin kuştin û 23 kes birîndar bûn. Hejmara mirî û birîndaran ji Adara borî ve çar hezarî derbas kiriye.
-

Dayîka ku li Îranê lêgerîna edaletê dikir hat binçavkirin
Li bajarê Lahîcanê yê Îranê, Nezhet Mirrazî ya dayîka du kesên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dan, piştî parvekirina vîdyoyeke bi boneya rojbûna kurê xwe hat binçavkirin.
-

Di êrîşên eyaleta Kordofana Başûr de 26 sivîl mirin
Tora Bîjîşkên Sûdanê, ragihand ku di du êrîşên cuda yên li Kordofana Başûr de jin û zarok jî di nav de 26 sivîl mirin. Bi zêdebûna pevçûnan re li herêmê koçberbûn zêde dibe û kûrbûna qeyrana mirovî dibe sedema fikaran.
-

-

Mamoste û xwendekarên jin ên Kobanê: Nabe ku zimanê Kurdî bi 3 seatan bê sînorkirin
Jinên ji bajarê Kobanê, bi gotina “Wek gelê Kurd mafê me yê rewa ye ku em bi zimanê xwe bixwînin û perwerde bibin” li hember sînorkirina zimanê Kurdî ya di perwerdehiyê d ebertek nîşan dan.
-

Li Pîranşarê jina 27 salî di encama tundî û destdirêjiyê de mir
Nîlûfer Mojavar a 27 salî ya ji Pîranşarê, piştî revandin û tundiya fîzîkî û destdirêjiyê, bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Ji ber giraniya birînên wê, mejiyê wê mir.
-

Rapora MKG'ê ya Tebaxê: Zext zêde bûn, lê rojnamegerî bê navber berdewam dike
MKG'ê di rapora xwe ya Tebaxê de bal kişand ser zextên giran ên li ser çapemeniyê û ragihand ku di meha borî de girtin û binpêkirin dewam kirine. Lê tevî hemû astengiyên desthilatdariyê wê rojnamegerên jin dê her tim li pey rastiyê bin.
-

Ji 100 girtiyên siyasî û aktîvîstên Îranî piştgiriya nameya navnetewî
Zêdetirî 100 girtiyên siyasî yên berê, aktîvîstên siyasî û mafên mirovan, rojnamevan û aktîvîstên civakî yên ji hundir û derveyî Îranê, nameyek hevbeş weşandin û daxwaza rawestandina darvekirinan, berdana girtiyên siyasî û bidawîanîna şer kirin.
-

Li Şengalê ji bo jinên ciwan perwerdeya jineolojiyê hat dayîn
Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Akademiya Jineolojiyê, li Şengalê ji bo jinên ciwan perwerdeya 4 rojan li ser mijarên bîrdozî û çandî hat dayîn.