Hişyariya ‘li Somaliyê herî kêm 874 hezar kes dê terka malên xwe bikin’

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM), hişyarî da ku di mehên pêşiya me de ji ber lehiyên bi sedema diyardeya avhewayê ya El Nîno, dibe ku li Somaliyê zêdetirî 874 hezar kes neçar bimînin terka malên xwe bidin.

Navenda Nûçeyan – Her ku karesata El Nîno ya cîhanî zêde dibe, bandorên guherîna avhewayê girantir dibin. Lehiyên berfireh û dijwar dibin sedema windahiyên girîng ên can û milkan. Kapasîteya binesaziya heyî, di aliyê çareserkirina karesatan de bi tengasiyên curbicur re rûbirû ye.

Li gorî pêşbîniyên hevbeş ên nû yên ku îro ji aliyê Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) û Konseya Penaberan a Danîmarkî ve hatin weşandin, tê payîn ku di navbera Cotmeh û Kanûna îsal de nêzî 874 hezar û 319 kes ji cîh û warên xwe bibin.

Serokê mîsyona Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê ya li Somaliyê, balkişand ser qeyranake mirovî ya nêzîk û vê hişyariyê da: “Em bi îhtîmala ku tenê di nav çend hefteyan de bi sed hezaran kes malên xwe winda bikin re rûbirû ne.”

Rayedaran, diyar kirin ku bi sed hezaran kes li Somaliyê ji ber lehiyê di xetereya windakirina malên xwe de ne û dan zanîn barana giran bûye sedema xirabûna hinek malan. Tê payîn ku lehî dê  bandorek neyînî li ser çandinî, çavkaniyên avê û gihîştina xizmetên bingehîn bikin û fikarên derbarê kêmbûna çavkaniyên alîkariyê de zêde dibe.

Banga gihandina alîkariyê

Di daxuyaniya ajansa meteorolojiyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî de hate ragihand ku bûyera El Nîno ya heyî dikare bigihîje astek pir bilind. Her wiha Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya koordînasyona alîkariyê jî tekez kir ku pêwîst e di nav du hefteyên beriya destpêkirina taviyan de ji Somaliyê, Etiyopya û Kenyayê re pêdiviyên alîkariyê bên şandin.