rojane
-

Lîsteya JINNEWS’ê: Di mehekê de 29 jin hatin qetilkirin
Li Tirkiyeyê pêşî li tundiya li dijî jinê nayê girtin. Di meha Adarê de herî kêm 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 20 jin û 2 zarok bi awayek gumanbar mirin.
-

Li Efganistan rêjeya mirina dayîkan zêde ye
Fona Nifûsa Neteweyên Yekbûyî, ji ber kêmaniya xizmetên tenduristiyê û qedexeyên civakî hişyarî da ku Efganistan bûye yek ji welatên Asya-Pasafîk ku rêjeya mirina dayîkan lê zêde bûye.
-

Ji Nesrîn Sotudeh û girtiyên din xeber nayê girtin
Li gorî raporan, malbatên wan derbarê rewşa Nesrîn Sotudeh û girtiyên din de ti xeberek nagrin û her wiha hate diyarkirin ku piştî revîra girtîgeha Evînê hate texrîbkirin, girtî ji mafê xizmeta tenduristiyê bê par hatine hiştin.
-

Kampanyaya ‘Sêşema Ji Darvekirinan re Na’ di hefteya 115’an de didome
Kampanyaya ‘Sêşema ji Darvekirinan re Na’ di hefteya 115’an de ragihand ku, tevî ku hinek endamên vê kampanyayê hatine darvekirin, dê girtî çalakiyên protesto û grevên biçîbûnê bidomînin.
-

Di êrîşa li ser Hewlêrê de du kes mirin 3 zarok birîndar bûn
Di êrîşa bi drone ya li ser bajarê Hewlêrê Herêma Federal a Kurdistanê de, ji heman malbatê jin û mêrek jiyana xwe ji dest dan 3 zarok jî birîndar bûn.
-

Efganistan di navbera barana hêvî dide û kareseta xwezayî de ye
Li Efganistanê ji destpêka salê ve, barana ku bi hêviya hişkesalî bi dawî bibe dibare, lehî û erdhejên çêdibin, dibin sedema mirina bi dehan kesan. Di encama hilweşîna dîwarê malek de, ji heman malbatê 9 kes mirin.
-

Li Lubnanê 7 kes hatin kuştin û zêdeyî milyonek kes koç bûn
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 7 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn. Di heman demê de êrîş li ser bajarokên başûr û rojavayê Bekayê berdewam dikin û zêdetirî 137 hezar kes jî koçber bûne.
-

Jinên Koye: Dijmin aramiya Kurdistanê naxwazin
Bi şerê di navbera Îran Emerîka û Îsraîlê de, herêma Federal a Kurdistanê bû hedefa êrîşan. Bi êrîşên dron û fuzeyan gelek kes hatin kuştin û zirara madî çêbû. Jinên li bajarokê Koye yê Hewlêrê gotin ku dijmin aramiya Kurdistanê naxwazin.
-

NY’yê qedexeyên li ser jinên li Efganistanê şermezar kir
Desteya Jinan a Neteweyên Yekbûyî ‘UN Women’ sînorkirinên zêde yên li ser jinan ku li Efganistanê derdikevin pêş, şermezar kir û tekez kir ku divê civaka navneteweyî ferzkirina şêwazên jiyanê yan jî pratîkan li ser jinan red bike.
-

Almaz Romî bû şaredara Kobanê
Hevseroka Komîteya Ekolojî ya Bajarê Kobanê Almaz Romî bû Şaredara Kobanê.
-

Baran Omidian û Dursa Ayazî hatin girtin
Baran Omidian, xwendekarekî PhD di endezyariyê de û xwarziya wê ya 17 salî Dorsa Ayazî, li Beheşt-e Zehra ji aliyê hêzên leşkerî ve hatin girtin.
-

Îran: Binesazî têk diçe û bandor li 83 hezar cihan kiriye
Ji ber êrîşên dawî yên li 12 bajaran ên li ser navendên perwerdehî, tenduristî û niştecihbûnê, binesaziya Îranê gelek zirar dîtiye. Ev yek jî fikaran li ser bandora van êrîşan a li ser sivîlan zêde dike.
-

Di siya şer de Seqiz di bin dorpêça leşkerî ya berfireh de ye
Li gorî çavdêrî û raporan di rojên dawî de atmosfera leşkerî li Seqizê dijwartir bûye. Her wiha bi zêdebûna hebûna hêzên leşkerî û kontrola trafîkê, fikarên li ser rewşa welatiyan jî zêde bûne.
-

Malbatên girtiyên li Qezel Hezarê di nav fikaran de ne
Çend roj piştî ku gardiyanan êrîşî Beşa 4’an a girtîgeha Qezel Hezar kirin û çend girtiyên siyasî veguhestin hucreyên yekkesî, agahî li ser rewşa wan kêm in û malbatên wan hê jî nizanin ka aqûbeta wan çi ye.
-

MKG û DFG'ê: Pênûsên rojnamegerên ku hatine kuştin li erdê neman
MKG û DFG'ê der barê Roja Rojnamegerên hatine kuştin de daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Zext, gef û polîtîkayên bêcezahiştinê tu carî nikaribûn kevneşopiya çapemeniya azad bidin sekinandin.”
-

Di bin siya şer de: Rastiya bazara reş
Her çendî rayedarên fermî dibêjin ku di dabînkirina derman û xwîna ji bo nexweşên talasemiyê de tu pirsgirêk tune ye jî; raporên ku şert û mercên şer nîşan didin, kêmasiyên zêde yên dermanan û hebûna bazareke reş nîşan didin.
-

49 milyon zarok ji cîh û warê xwe bûne
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) ragihand ku li seranserê cîhanê koçber û penaber bi rîskên cidî yên tenduristiyê re rû bi rû ne û her wiha sîstemên heyî yên tenduristiyê jî nikarin bersivê bidin pêwîstiyên heyî.
-

Îran gel weke mertal bi kar tîne
Tevî ku di ser destpêkirina şer de mehek zêdetir derbas bûye jî pirsa bingehîn hê jî bê bersiv e; ji bo gelê Îranê gefa herî mezin fuzeyên ji derve tên avêtin e, yan polîtîkaya dewletê ya ku jiyana sivîlan dike parçeyeke şer e?
-

Şer û jin: Koçberiyên bi zorî li dijî rûmeta mirovatiyê ye
Hevseroka bajarê Wanê ya DEM Partiyê Gulşen Kurt, diyar kir ku herî zêde jin û zarok encamên giran ên koça bi darê zorê ya ji ber şeran dijîn û da zanîn ku ji rêyên koçê heta kampên koçberiyê di her qonaxê de binpêkirinên mafan kûr bûne.
-

Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê bi biryardariyek mezin di dome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 192’emîn, di roja 990’an de didome.