Li Komara Îslamî ya Îranê: Desteserkirin û aboriya tepeserkirinê
Li Komara Îslamî ya Îranê, desteserkirina milkên bi biryarên dadgehan bûye amûreke siyasî û ewlehiyê. Dozên desteserkirina 262 milkên di navbera milkê taybet û ewlehiya neteweyî de rewşa heyî nîşan didin.
ŞÎLAN SEQIZÎ
Navenda Nûçeyan – Tiştê ku îro ji platformên fermî yên dadweriyê bi hevokên wekî "desteserkirina 262 milkên girêdayî xayînan" tê pêşkêşkirin ne tenê nûçeyek dadwerî ye, girêka herî dawî ya zincîra pêncî salî ye. Ji dema damezrandina Komara Îslamî ve heta niha di navbera "paqijkirina dewlemendiya neqanûnî", "ji nû ve dabeşkirin", "fînansekirina dewleta paralel" û "tepeserkirina muxalifan" de ev çerx digere.
Di raporeke fermî ya 19’ê Gulana sala 2026’an, berdevkê dadweriyê diyar kir ku heta niha 722 lêpirsînên tapûyê hatine kirin û 262 milk hatine desteserkirin. Vê kiryarê bi eşkereyî bi qanûna şer, hevkariya bi dijmin re û girankirina cezayan ve girê dide. Ev girêdana milkê taybet bi ewlehiya neteweyî re ji bo têgihîştina vê kevneşopiyê mifteya girîng e.
Ji perspektîfa hiqûqî ve, xala destpêkê ya vê mekanîzmayê madeya 49 a destûrê ye, destnîşan dike ku divê dewlet dewlemendiya bi riya faîz, desteserkirin, bertîl, dizî, qumar û îstîsmara desthilatdariyê hatiye bidestxistin desteser bike û vegerîne xwediyên wê yên rastîn. Ger xwediyên rastîn ne diyar bin, ev mal û milk ji bo xezîneya giştî tên veguhestin. Wekî din, madeya 45 "enfal (fonên giştî) û milkên giştî" dixe bin kontrola hikûmeta Îslamî.
Her çendî ev her du made di metnê de bi zimanê edaletê hatine formulekirin jî di pratîkê de wan mantiqeke dualî afirandiye. Ji aliyekî ve, "milkê rewa" tê parastin, ji aliyê din ve dewlet dikare bi xwe sînorê di navbera milkê rewa û ne rewa de diyar bike. Madeyên 22 û 47 ên heman destûrê jî tekezî li ser destnedana milk dikin. Bi vî awayî, nakokî ne ji çavkaniyên derveyî, ji hundirê metnê bi xwe derdikeve holê.
Di qanûnên Şîe ya klasîk de, destwerdana ewqas zêde milkê taybet ne tiştekî asayî bû. Tiştê ku piştî sala 1979’an qewimî ne rasterast nîşaneya qanûnên klasîk bû, "şîrovekirineke dewletê ya qanûnê" bû. Komara Îslamî, bi karanîna têgehên enfal, milkê neqanûnî û wesayetê, mafê xwe yê destwerdana milk ji asta dadwerî heta asta endezyariya siyasî-aborî berfireh kir. Bi vî awayî, madeya 49’an êdî tenê bendeke qanûnî nîn e bûye amûrek ku sînorên çînî ji nû ve pênase dike, reqîbên aborî ji holê radike û aboriya nîv-dewletî diafirîne.
Ji şoreşê ber bi împeratoriyên aborî ve
Di mehên pêşîn ên piştî şoreşê de, desteserkirina milkên kesên dilsozên rejîma berê û sermayedarên mezin ne di çarçoveyek qanûnî ya zelal de, di atmosfereke şoreşger û kaotîk de pêk hat. Yek ji saziyên ku herî zêde ji vê pêvajoyê sûdê girt "Weqfa Mustazafan" bû ku gelek milkên xwe kontrol dikir.

Lêkolîn nîşan didin ku di sala 1982’yan de, ev weqf xwediyê 2,786 milkan bûye, tevî milkê New Yorkê jî. Ev yek eşkere dike ku ji qonaxên destpêkê ve pergalek desteserkirina sîstematîk hatiye damezrandin ango ne pêleke demkî ya tolhildanê ye.
Weqfa Mustezafan hêdî hêdî veguherî hêzeke aborî ya nîv-dewletî ya mezin. Di sala 1989’an de, xwediyê zêdetirî 800 şîrketan bû; heta sala 2009’an, jî nêzî 140 şîrketên wê hebûn. Nirxa wê di sala 2016’an de ji 56 trîlyon tumen derbas bû, dahatên wê di sala 2019’an de bi deh trîlyon tumen hatine tomarkirin.
Bi heman awayî, hebûnên "Navenda Bicîhanîna Fermana Îmam" (Setad) ji hêla Reutersê ve bi qasî 95 milyar dolarî hatine texmînkirin. Ev sazî bi saya milk, par û toreke berfireh a şîrketan bûye împaratoriyek aborî ya mezin.
Qanûn dadgeh û rewakirin
Komara Îslamî zû neçar ma çarçoveyeke yasayî ji bo vê qadê ava bike. Qanûna der barê bicîhanîna madeya 49’an de destnîşankirina milkê neqanûnî û vegerandin an veguhestina wê ya rast ji bo milkê giştî ye. Qanûnên din ên di salên 2018-2019’an de çarçove berfireh kirin da ku "milkê ku bi riya îstîsmara wezîfeyê hat bidestxistin" jî tê de be.
Lê belê faktora diyarker a rastîn pratîka dadwerî bû. Biryara Dadgeha Bilind a Hejmar 625 di navbera desteserkirina serbixwe û desteserkirina ku ji ber sûc çêdibe de cudahiyê dike. Ev cudahiya teknîkî, di pratîkê de, ji bo dadweriyê çarçoveyeke fireh ji bo çalakiyê ava kir ku rê da encamên siyasî hilberîne.
Cudakariya pergalê
Bi demê re, ev mekanîzma ji elîtên rejîma berê wêdetir ber bi muxalifên siyasî, kêmneteweyên olî û Îraniyên li derveyî welat ve çû. Di salên 1990’î de, raporên mafên mirovan desteserkirin û cudakariya sîstematîk li dijî gelek koman, bi taybetî Bahaiyan belge kirin.
Di vê pêvajoyê de, milk ne tenê ji ber eslê xwe yê aborî, di heman demê de ji ber nasnameya xwediyên wê jî bû hedef. Bi vî awayî, desteserkirin ji "paqijkirina şoreşgerî" veguherî qonaxeke "cudakariya pergalê.”
Şer ewlehiya neteweyî û pêla nû

Di demên dawî de, bi taybetî piştî aloziyên Emerîka-Îsraîlê yên bi Îranê re, ev siyaset bi zimanekî hişktir û bi leztir veguherî. Karbidestan Îranî yên li derveyî welat hişyar kirin ku ger ew piştgiriyê bidin çalakiyên li dijî Îranê, milkên wan dikarin werin desteserkirin.
Bi qanûnek ku di havîna 2024’an de hat derxistin ev nêzîkatî xurtir bû. Li gorî vê qanûnê, her hevkariyek bi Îsraîlê yan "dewletên dijmin" re, heta çalakiyên aborî û medyayî jî dikare bi cezayê mirinê û desteserkirina milkên wan were cezakirin.
Di vê nuqteyê de, desteserkirin êdî cezayek îstîsnaî nîn e bûye teknîkeke îdarî ya gelemperî.
Desteserkirina 262 milkan: Berdewamiya kevneşopiyeke pêncî salî
Nûçeya desteserkirina 262 milkan divê di vê çarçoveyê de were nirxandin. Li gorî belgeya fermî ev yek dê di dawiyê de piştî pêvajoyeke dadwerî veguhere desteserkirinê ji bo berjewendiya giştî.
Lê belê li vir du tebeqe hene:
Îdiaya ku prosedurên dadwerî tên şopandin.
Bikaranîna etîketeke siyasî, wekî "xayîn", wekî hincetek ji bo desteserkirina milk.
Ev etîket kesê welatiyek be vediguherîne "dijmin" û veguherîna desteserkirina demkî ji bo desteserkirina daîmî hêsan dike.
Ji edaleta şoreşgerî ber bi talana qanûnî ve
Bi kurtasî, Komara Îslamî destpêkê di bin navê edaletê de dest bi desteserkirinê kir. Bi riya qanûn û dadweriyê vê yekê saz kir, bi riya weqfan veguherand împaratoriyên aborî û îro, di şert û mercên şer de, ew veguherandiye amûreke rasterast a siyasî-ewlehiyê.
Ger ev mekanîzma bi dehan salan berdewam bike dê êdî ne îstîsnayek, bibe adeteke dewletê. Bi vî rengî, xeta di navbera "parastina pergala giştî" û "talana qanûnî" de hêdî hêdî şêlû dibe.