rojane
-
TJA: Em ê berxwedana xwe bidomînin
Meclisa Dayikên Şemiyê û endamên TJA ên ku beşdarî çalakiya nobedê ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo bûne qetilkirina rojnamevanan şermezar kirin.
-
Rojnamevanên jin ên bê Zincîr rapora têkildarî tundiya zayendî ya li Sûdanê eşkere kir
Rêxistina Rojnamevanên jin ên bê Zincîr, di rapora têkildarî sûcên tundiya zayendî û binpêkirinên yên li dijî jin û zarokên keç li Sûdanê weşandî de, bal kişand ser tecawîza komî, koletiya zayendî, îşkence û bûyerên revandin ê.
-
Dayikên Şemiyê rojnamegerên hatin qetilkirin bibîranîn
Dayikên Şemiyê aqûbeta Rojnameger Îsmaîl Bahçecî yê 30 sal berê li Qada Galatasarayê hat qetilkirin hemû rojnamegerên hatin qetilkirin pirsîn.
-
Nivîskar û rêxistinên Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava bang kirin
Nivîskar, rêxistin û çalakvanên Başûrê Kurdistanê der barê rewşa Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belavkirin û gotin: “Divê hemû partiyên Başûr ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê erkê xwe bicih bîne.”
-
Dewleta Tirk di 5 salan de 13 rojnamevan qetil kir
Di êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, di nav 5 salan de 13 rojnamevan hatin qetilkirin û 7 jî birîndar bûn.
-
Li girtîgeha Patnosê girtiyên jin hatin derbkirin
Girtiyên jin ên li girtîgeha Patnosê diyar kirin ku ji aliyê gardiyanên bi ser qawîşê de girtine ve hatine derbkirin, destên wan ji pişt ve hatine kelemçekirin û wan xistine hucreyê. Rapora darbê jî nedan girtiyan.
-
Şanaz Îbrahîm qetilkirina rojnamevanan şermezar kir
Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed der barê qetilkirina rojnamevan Cîhan Bilgîn û Nazim Deştan de peyamek da û got: “Bêdengiya civaka navneteweyî li dijî hovîtiyê bû sedema qetilkirina 2 rojnamevanên Kurd.”
-
CPJ: Divê berpirsyar bên darizandin
CPJ’ê ji bo rojnamevan Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di êrişê dewleta Tirk de de hatin qetilkirin, daxwaza lêpirsîneke berfireh û berpirsyar bên darizandin.
-
Rojnamevanên Mexmûrê: Em ê li her qadê şopdarên heqîqetê bin
Rojnamevanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi daxuyaniyekî bertek nîşanî hedefgirtina Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dan û gotin: “Em ji dagirkerî û êrişên dewleta Tirk natirsin. Çi dikin bila bikin em ê li her qadê şopdarên heqîqetê bin.”
-
Ji bo girtina cenazeyê rojnamevanên hatin qetilkirin serlêdan hat kirin
Malbatên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin ji bo girtina cenazeyan serî li ÎHD û OHD’ê dan.
-
‘Dê têkoşîna Eyşe Îman û Qamar bidome’
Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Zeyneb Delshîr diyar kir ku dê têkoşîna Eyşe Abdel Qader, Îman Ehmed û Qamar Al-Aswad ku di êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Mibicê de hatin qetilkirin berdewam bike.
-
RAJIN: Nazim û Cîhan bûn dengê her kêliya berxwedana Rojava
Koordînasyona RAJIN’ê bi daxuyaniyekê qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kir û bang li sazî û dezgehên mafên mirovan, jinan û rojnamegeran kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin.
-
Li parlamentoya Misrê zêdebûna hejmara jinan hêviyan mezin kir
Li parlamentoya Misrê rojevkirina zêdekirina rêjeya nûnertiya jinan, zagona nû ya têkildarî pirsgirêkên jinan û bi hêzkirina zagonên heyî, hêviyan mezin dike.
-
Malpera Rojnameya Yenî Yaşam hat astengkirin
Malpera înternetê ya rojnameya Yenî Yaşam ku rojane tê weşandin hat astengkirin.
-
‘Heta em xeyalên wan pêk neynin şîna wan nagirin’
Hempîşeyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku di encama êrişên dewleta Tirk de hatin qetilkirin diyar kirin ku dê pênûsa wan li erdê nemîne û gotin: “Heta ku em xeyalên Nazim û Cîhan pêk neynin em şînê nagirin.”
-
‘Em ê li ser xeta Cîhan û Nazim bimeşin’
Rojnamevanên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî hedefgirtina hempîşeyên xwe Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dan û pêyama “Em ê li ser şopa wan bigihîjin azadiya gelê xwe” dan.
-
‘Rojava ne tenê ji bo Sûriyê ji bo Rojhilata Navîn modela referansê ye’
Damezrênera Foruma Rojnamevanên Jin yên Derya Spî Marilú Mastrogiovanni diyar kir ku êrîş û komkojiyên etnîkî yên li Sûriyê, ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên SNA’yê tên kirin û got: “Rojava ne tenê ji bo Rojhilata Navîn modela referansê ye.”
-
‘Li Sûriyê şerekî nû li dijî azadiya jinan dest pê dike’
Berdevka Kongra Star a Qamişlo Ibtîsam El-Hisên destnîşan kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyê bi biryar û hişmendiya xwe ya olperest û zilamperest, dixwaze rola jinan lawaz bike û bang li jinên Sûriyê kir ku azadiya xwe misoger bikin û destkeftiyan biparêzin.
-
Pêwîst e jin li hember serdema tarî ya tê xwestin, di têkoşînê de bibin yek – ANALİZ
Pêwîst e jinên li hember DAIŞ’ê şer kirin, li hember HTŞ'ê jî li tevahiya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û dinyayê berxwedanê bilind bikin, parastina cewherî xurt bikin. Tevgerên jinan ên dinyayê dikarin nehêlin ku Sûriye jî bibe Afganîstana duyemîn.
-
IFJˋê hedefgirtina rojnamevanan şermezar kir
IFJˋê êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk li dijî rojnamevan Cîhan Bîlgîn Nazim Daştan şermezar kir û bang kir ku divê hesab ji berpirsên hedefgirtina rojnamevanan li herêmên şer were xwestin.