Rejîma Îranê jinên bê hîcab kiriye amûra propagandayê

Di medya cîhanî de hat aşkerakirin ku ew jinên bê hîcab ên di medya Îranê de derdikevin, girêdayî desthilatê ne, wek amûrek ji bo propagandaya rakirina hestên xelkê tên bikaranîn.

Navenda Nûçeyan – Medyaya cîhanî têkildarî fêlbazî û planên nû yên rejîma Îranê yên ji bo xapandina civakê û rastiya li kolanan, raporek belav kir.

Di medya cîhanî de hat destnîşankirin ku rejîma Îranê bê navber dîmen û wêneyên jinên bê hîcab ku di meşên alîgirên desthilatê yên li dijî şerê Îsraîl-Emerîka û Îranê de cih digirin, belav dike.

Di raporan de hate diyarkirin ku di vê qonaxa ku Îran tê de di rewşeke şer de ye, medyaya fermî ya ser bi desthilatdariya Îranê ve, wêneyên jinên bê hîcab li ser kolanan in û wekî ku alîgirên rejîma Îranê bin, tên nîşandan. Hate diyarkirin ku ev belavkirina van dîmenan di demekê de ye ku Elî Xamaneyî berê derxistina hîcabê wekî ‘heram’ bi nav kiribû û di 47 salên borî de bi hezaran jin ji ber şêwazê cilûbergên xwe rûbirûyî binçavkirin, îşkence, girtin û qetilkirinê bûne.

Rejîma Îranê jinên bê hîcab wek amûra propagandayê bikar tîne

Medya cîhanî da zanîn ku ev guhertina medyayî tenê şanoyeke propagandayê ye, ji ber ku di rastiyê de zextên hêzên zordar ên rejîma Îranê li ser jinên li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi tundî didomin û nehatine rawestandin.

Her wiha hate gotin ku jinan di nav xwe de nasnavê ‘çivîkên hikûmetê’ li wan jinên ku bi pere yan ji bo armancên taybet li ber kamerayan rola cuda dilîzin, kirine. Heta rapor hene ku dibêjin pêşniyara 3 milyon tûmenan li jinan hatiye kirin da ku bê hîcab li ber kamerayên desthilatê wekî alîgir xuya bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye beriya niha bavê Jîna Emînî ragihandibû ku keça wî Jîna ji bo çend mûyên porê xwe hatibû qetilkirin, lê niha desthilat jinên bê hîcab wek amûra reklama xwe bi kar tîne. Ev rewş, binpêkirina destkeftiyên mirovî yên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya di sala 2022’yan de destpê kiribû, nîşan dide.