‘Ji bo em bi wate bijîn’

Xelkê Mexmûrê ev nêzî sê salane bi biryardariyek xurt ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinava çalakiyê de ne. Çalakî di roja xwe ya 1035’an de bi biryardarî didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 201’an, di roja xwe ya 1035’emîn de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 200’an Segvan Roboskî axivî.

‘Bê Rêbertî azadî ne pêkan e’

Segvan Roboskî diyar kir ku ew ê wek gelê Kurd heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd bi biryardarî dinava têkoşînê de bin û got: “Em bang li tevahî gelê Kurd û raya giştî dikin ku, xwedî li pêvajo û Rêbertî derkevin. Ji bo ku em jiyanek bi wate ava bikin, divê ku em Rêbertî bi fîzîkî azad bikin. Heta ku Rêbertî bi fîzîkî azad nebe wê li Kurdistan û Rojhilata Navîn jiyanek azad ne pêkan be. Ji bo wê divê em têkoşîna xwe xurtir bikin û çalakiyên xwe bidomînin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 201’an dawî bû.