Kurdistan Koçer: Doza YPJ’ê dozeke çarenûsî ye û pêwîstiya Sûriyeyê bi tecrubeya wê heye

Endama Konseya Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jinan YPJ’ê Kurdistan Koçer tekez kir ku mijara parastinê mijareke pir girîng e. Kurdistan got ku doza Yekîneyên Parastina Jinan YPJ dozeke çaranûsî ye û tecrubeya wê di parastina civakê de mînak e.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di Şoreşa Rojava de, di şexsê her şervanek ji Yekîneyên Parastina Jinan YPJ’ê hat îsbatkirin ku jin di qada parastinê de mînaka hêz, bawerî û xweparastinê ye. Piştî derbasbûna 14 salan ji şoreşê ku her gavek jê bi pêşengiya jinan di her warî de hat avêtin. QSD, YPG û YPJ’ê bi hev re şer bi DAIŞ’ê re kirin û ji mezintirîn xeterê ku tevahî cîhanê tehdît dike parastin. Îro Hikûmeta Şamê rola jinan û naskirina YPJ’ê bi rengekî fermî qebûl nekiriye.

Ruxmî di 29’ê Çileyê de peymanek di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta Şamê hat îmzekirin lê heya vê rojê rola jinan û naskirina YPJ’ê di pêkanîna entegrasyonê de nehatiye pêkanîn.

Têkildarê vê mijarê endama Konseya Leşkerî, Kurdistan Koçer da zanîn ku parastin aliyekî bingehîn ê jiyanê ye û ne tenê bi hilgirtina çekan sînordar e û got: “Di vê qonaxa ku em tê re derbas dibin, parastin ji bo jinan pir girîng e ji ber ku hişmendiya otorîter êrîşên hovane li dijî hebûna jinan e. Ji ber vê yekê, rêxistinbûn, pêşxistina hişmendiyê çekek bihêz e, li kêleka parastina leşkerî.”

‘Bi pêşengiya YPJ’ê nasnameya xwebûna jinan hat parastin’

Kurdistan Koçer diyar kir ku di Şoreşa Rojava de gelek destkeftiyên girîng bi pêşengiya YPJ’ê hatin bidestxistin. YPJ’ê di parastina hebûna jinan di nava civakê de û derfeta avakirina sazî, dezgeh û rêxistinên jinan berpirsyariyeke mezin girt ser milên xwe û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Yek ji destkeftiyên herî xweşik ên bi pêşengiya YPJ'ê hatine bidestxistin, asta hişmendî û baweriya bi xwe ye. Beriya şoreşê, jin nikaribûn li ser tu mijarê ramanên xwe bînin ziman lê niha em dibînin ku jin çawa nêrînên xwe parve dikin û bi bawerî li ser rol û hebûna xwe di civakê de nîqaş dikin. Di civakê de dema jinek gavek bihêz û bi bawerî davêt, jê re digotin wekî mêrekî ye lê bi nasnameya xwe ya jinan jê bawer nedikirin. Ji ber vê yekê îro, bi saya têkoşîna YPJ'ê, jin bûne jinên xwedî nasname û îradeya xwe.”

‘YPJ xwedî dîroka mezin a têkoşînê ye’

Kurdistan Koçer bal kişand ser têkoşîna YPJ’ê ya dîrokî û diyar kir ku bi neqebûlkirina wê hewldanên avakirina Sûriyeyê tên tarîkirin û got: “YPJ xwedî dîrokeke mezin a têkoşînê li dû xwe hiştiye. Bi saya vê têkoşînê, civak guherî û ji terorîzma ku ji bo tevahiya cîhanê gef bû parast. Jin li ku derê bijîn xwedî êşeke hevpar in û redkirina YPJ’ê redkirina nasnameya jinan û têkoşîna wan a dîrokî ye. Em hêvî dikin ku hemû jin ji bo hebûna xwe şer bikin. Armanca neqebûlkirina YPJ’ê û înkarkirina rola jinane û her wiha caradin dixwazin Suriyeyê berbi rojên tarî ve bibin.”

‘Pêwîstiya Sûriyeyê bi tecrubeya YPJ’ê heye’

Kurdistan Koçer destnîşan kir ku kampanyaya ku ji hêla rêxistinên jinan ve hatiye destpêkirin cihê teqdîr, piştgirî û hêzê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hemû jin bizanibin redkirina YPJ’ê şerekî li dijî hemû jinan e. Em xwedî ezmûneke berfireh û serkeftî ne ku kes nikare înkar bike. Her kesê ku armanc dike Sûriyeyeke nû ava bike divê ji têkoşîna me ya di nava YPJ’ê de tecrube bigre. Me ji bo tevahiya cîhanê û ji bo hemû jinan şer kir. Em têkoşiyan û ji ber vê yekê mafê me heye em wekî hêzeke jinan werin qebûlkirin.”