Înîsiyatîfa Jinan: Divê bi Abdullah Ocalan re muzakereya wekhev hebe TMK bê rakirin

Jinan bi dirûşma “Em di aştiyê de îsrar dikin” daxuyanî dan û gotin: "Divê pêşî were vekirin ku jin, endamên komîsyonê û saziyên civaka sivîl bikaribin Abdullah Ocalan jî tê de bi hemû aliyên pêvajoyê re hevdîtinan bikin."

Navenda Nûçeyan – Însiyatîfa Jinan a “Pêwîstiya min bi aştiyê heye” bi dirûşma “Em di aştiyê de îsrar dikin” di serî de Stenbol û Amed li gelek bajaran daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Jinan ji bo rêveçûna pêvajoya aştiyê bi rengê demokratîk û mayînde bang li hikumetê û Meclîsa Tirkiyeyê kirin.

Di daxuyaniyên de ku nûnerên rêxistinên jinan jî tevlî bûn de, hat ragihandin ku di pêvajoya li meclîsê de daxwazên jinan li ber çavan nehatine girtin.

Stenbol

Li Beyogluya Stenbolê bi dirûşma "Em di aştiyê de îsrar dikin" civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Gelek jin beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Endama Însiyatîfê, Newroz Unverdî metna Kurdî û Nîmet Tanrîkulu jî metna Tirkî xwendin.

Amed

Însiyatîfa jinan li Parka Sumerê ya Yenîşehîrê bi dirûşma "Em di aştiyê de îsrar dikin" civîna xwe ya çapemeniyê li dar xist. Gelek nûnerên rêxistinên jinan beşdarî civînê bûn. Metna Tirkî ya daxuyaniyê ji aliyê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Nur Aytemur û metna Kurdî jî ji aliyê seroka Komeleya Jinan a Rosa Zeynep Şipçik ve hat xwendin.

Bila TMK bê rakirin girtiyên siyasî werin berdan

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê dawî li krîmînalîzekirina siyasetê were, bi taybetî Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) û hemû astengiyên li pêşiya azadiya fikir û rêxistinbûnê werin rakirin. Jinan her wiha ji bo berdana girtiyên siyasî bang kirin.

Însiyatîfê daxwaz kir ku dawî li pêkanîna qeyûman a li ser şaredariyên DEM Partiyê were û biryarnameyên serokkomariyê yên di dema rewşa awarte de hatine ragihandin bên betalkirin.

Di daxuyaniyan de operasyonên li dijî şaredariyên CHP'î jî hatin rexnekirin û jinan xwest, hilbijartî li wezîfeya xwe bên vegerandin.

Perwerdeya bi zimanê dayîkê û xizmeta cemaweriyê

Jinan bi taybetî diyar kir ku li bajarên Kurdan benda li pêşiya ziman di xizmetên tenduristî û perwerdeyê de dibe sedema pirsgirêkên cidî lewma jî hat xwestin ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê bê naskirin û xizmetên cemaweriyê jî bi gelek zimanan werin dayîn.

Divê ku Ocalan di mercên wekhev de muzakereyan bike

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo pêvajoya aştiyê bimeşe divê civak û rêxistinên jinan yekser tevlî pêvajoyê bibin û hat xwestin ku hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re bên kirin di nava mercên wekhev de berdewam bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê guhertinên qanûnî yên pêwîst bên kirin û Abdullah Ocalan weke muzakerevan di mercên wekhev de be û bê naskirin.”

Însiyatîfê ji bo lêkolînkirina sûcên şer xwest Komîsyona Heqîqet û Hevrûbûnê bê avakirin.