TUÎK: Rêjeya ragihandina tacîza zayendî ji sedî 11 ye
Li gorî encamên TUÎK’ê ‘Lêkolîna Mexdûriyet û Sûc a Tirkiyeyê’, di nava salek de ji sedî 4,6 kesên ji 15 salî mezintir rastî tacîzên zayendî tên û di tacîza zayendî de rêjeya ragihandina sûc bûye ji sedî 11.
Navenda Nûçeyan – Encamên ‘Lêkolîna Maxdûriyet û Sûc a Tirkiyeyê’ (TSMA) ya 2025’an ku cara yekê ji aliyê Saziya Îstatîstik a Tirkiyeyê (TUÎK) ve hat kirin hatin eşkerekirin. Di çarçoveya lêkolînê de hişmendiya kesan a ewlehiyê, maxdûriyetên ji ber sûc ku di nava sê salên dawî de çêbûne û nêzîkatiyên piştî bûyerê hatine lêkolînkirin.
Di lêkolînê de, derket holê ku beşek zêde ji mexdûran li meqamên fermî giliya sûc nekirine. Di çarçoveya lêkolînê de bi 18 hezar û 378 kesên temenê wan ji 15 salî mezintir re hevdîtin hat kirin. Di lêkolînê de, di çarçoveya mexdûriyeta sûc de talan, dizî, gendeliyên banqeyê, xapandin, sûcên înformatîk, êrîş/ birîndarbûn, gef, ruşwet, tacîzên ne zayendî û tacîza zayendî cih digrin.
Bûyerên tacîzê nayên ragihandin
Ji bo cureyên sûcan ên di lêkolînê de cih girtine, kesên ji 15 salî û mezintir, di nava salekê de herî kêm carek bûne mexdûrên, tacîza ne zayendî. Ji sedî 4,6, sûcên înformatîk ji sedî 3,5, xapandin ji sedî 2,8, tacîza zayendî ji sedî 2 di rêza yekem de cih girt. Ji bo cureyên sûcên ku di lêkolînê de cih girtin, sê bûyerên mexdûriyeta sûc ku dawî hatine jiyîn hene. Dema ku rêjeya ragihandina saziyeke fermî were lêkolînkirin tê dîtin ku rêjeya herî kêm a ragihandinê ya cureyên sûcan ji sedî 5,1 ruşwet, ji sedî 11,0 tacîza zayendî û ji sedî 14,7 tacîzên ne zayendî ne.