SOHR: Hezar û 311 kes li Suweydayê hatine qetilkirin
Bîlançoya kesên ji ber êrişên li Suweydayê hatine kuştin gihaşt hezar û 311’an. SHORˊê bang kir ku lêpirsîneke navneteweyî der barê komkujiyan de were vekirin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku heta niha hezar û 311 kes di şer û pevçûnên li Suweydayê û gundewarên de hatine kuştin ku ji wan 196 kes li qadan hatine gulebarankirin.
637 kes ji xelkê Suweydayê hatine qetilkirin
Li gorî SOHR’ê hûrgiliyên bîlançoyê wiha ne:
637 kes ji xelkê Suweydayê hatine qetilkirin; 104 jê sivîl in ku jiwan jî 6 zarok û 16 jî jin in.
456 kes endamên wezaretên parastinê û ewlekariya giştî yên hikumeta veguhêz in ku jê 32 kes ji eşîrên Bedewî û çekdarên lubnanî ne.
15 endam jî ji her du wezaretên hikumeta veguhêz di êrişên hewayî yên Îsraîlê de hatine kuştin.
3 kes di êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî avahiya Wezareta Parastinê de hatine kuştin.
Rojnamevanek di pevçûnan de hatiye qetilkirin.
196 kes bi destê hêzên wezaretên parastinê û ya hundir, (jê 28 jin, 8 zarok û kalemêrek) li meydanan hatin gulebarankirin.
3 kes ji eşîrên Bedewî, bi destê komên Durziyan hatin kuştin.
Her wiha SOHRˊê daxwaz kir ku bi rêya komîteyeke navneteweyî ya pispor lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe veke da ku binpêkirin û sûcên li Suweydayê hatine kirin bişopîne û ji sûcdarên ji her du aliyan hesab bixwaze.