Jinên Suweydayê daxwaza parastina navneteweyî kirin

Di nava zêdebûna şer û binpêkirinên ku ji aliyê çeteyên girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam ve li dijî sivîlan li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê tên kirin de, dengê jinan bilind dibe û daxwaza parastina navneteweyî dikin.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Tiştên ku di çend rojên borî de li bajarê Suweydayê qewimîne ne bûyerên ji nişkave derketine holê ne. Ew encama dîrokeke dirêj a zulm û binpêkirinan e ku bi qedexe û dorpêçkirinê dest pê kiriye û bi reşkirina gelê wê û tawanbarkirina wan bi cudaxwazî û xiyanetê berdewam kiriye. Ev çîroka ku beşek ji wê vedigere Nîsana borî, serdemeke alozbûna sîstematîk nîşan dide ku tê de gelê Suweydayê rastî êrîşên li pey hev ji aliyê komên terorîst ên girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam ve hatiye ye. Komên ku di bin sîwaneke derewîn a desthilatdariya olî de êrîş dikin, her tiştî ji bo xwe meşrû dibînin.

‘Ji ber ku desthilatdariyê red kir bi komkujiyan re rûbirû ma’

Çalakvana Sûriyeyî Lîniya Derwîş, a ji bajarê Suweydayê, axaftina xwe bi gotinên tijî êş dest pê kir û got: "Suweyda îro bi kampanyayek sîstematîk re rûbirû ye dengê wê qutkirî ye. Dezgehên ewlehiyê û rêxistinên terorîst lez kirin û hewl dan gelê wê bêdeng bikin. Em banga xwe ji kesên ku xwedî hişê azad û wijdanê zindî ne re dikin. Em hêvî dikin ku dengê me bigihîje hemû mirovên azad ên li çar aliyên cîhanê, yên ku bawer dikin azadî mafeke bê tawîz e da ku sivîlên bêparastin ji kampanyaya qirkirinê rizgar bikin. Ji dema ku Suweydayê biryar da desthilatdariya zordar red bike ve heta niha ji ber helwesta xwe hat cezakirin. Suweyda bi kampanyayeke sîstematîk re rûbirû maye ji ber ku bi deng, gotin û nêrîna xwe li dijî desthilatdaran derket."

Terorîzma sîstematîk û desthilatdariyek ku maskeya rewatiyê li xwe dike

Lîniya Derwîş destnîşan kir ku di dîmenek ji kabûsan xirabtir de, karwanên çekdar ketine bajarê Sweydayê, çek û îdeolojiya tundrew bi xwe re anîne û îdia kirine ku dewletek ava dikin. Lîniya Derwîş wiha domand: "Çeteyan gelek binpêkirin kirin, di nav de kuştin, revandin, şewitandina malan û bêrêzîkirina rûmeta jin û mêran gelek xirabî hebûn. Heta navendên tendirustiyê jî ku weke stargehên ewlehiyê tên hesibandin, ji hedefgirtinê neparastî bûn. Nexweşxaneya Neteweyî rastî êrîşê hat, karmendên wê hatin terorîzekirin û birîndarên ku dihatin dermankirin hatin kuştin. Bombebarankirin ne bêserûber bû lê sîstematîk û bi zanebûn bû. Bi hezaran kes ji warên xwe koçber bûn. Her wiha jin bi girtin, binpêkrin û gotinên nefretê re rûbirû man."

‘Rê li ber alîkariyên mirovî hatin girtin’

Lîniya Derwîş tekez kir ku dorpêça li ser bajarê Suweydayê ne tenê tedbîreke ewlehiyê bûye bi hemû hûrgiliyan xeniqandina bi zanebûn a jiyanê bûye û wiha axivî: "Rê li ber alîkariyên mirovî hatin girtin û rê li ber karwanên NY’ê jî hatin girtin ku bigihîjin wan. Heta rêxistinên weke Heyva Sor jî rastî êrîşê hatin. Heta ava vexwarinê jî nehat parastin, ji ber ku di nebûna çavdêrî yan bersiveke navneteweyî de ew jehrî bû. Di vê dîmena tarî de, jineke 80 salî tê kuştin. Gelo ev jin ji bo ewlehiya neteweyî gef bû? Pirseke ku ji bersivdayînê bêtir diêşîne ye. Gel daxwaza luksê nake lê belê ew ji bo rêxistinên mirovî û çapemeniya navneteweyî gihîştina lezgîn dixwazin."

‘Sekna Suweydayê şerekî ji bo rûmet û hebûnê ye’

Tevî agirbesta ku di 9'ê Tîrmehê de hatibû ragihandin jî ne gotin hatin bicihanîn û ne jî rêz ji peymanan hat girtin. Lîniya Derwîş got: "Suweyda ji ber berxwedana xwe tê cezakirin û bêdengiya navneteweyî lekeyek li ser mirovahiyê ye. Piştî ku peymana agirbesta 48 demjimêran hat weşandin, hêmanên DAIŞ'ê ku bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve girêdayî ne û fînanse dikin, peyman binpê kirin. Ew tiştê ku îro li Suweydayê diqewimin ne tenê pevçûneke herêmî ye, şerekî ji bo rûmet û hebûnê ye ku dê di dîrokê de bimîne."

Lîniya Derwîş tiştên ku diqewimin bi tiştên ku li Filistînê ji sala 1847'an vir ve, dema ku kuştin, koçberkirin û karesatên li dijî gelê wê dest pê kirin û heta dorpêçkirina Xezeyê qewimîn, berawird kir û wiha bi dawî kir: “Me dengek ji eşîrên Ereb nebihîst, ji bilî dema ku elîtên wê yên çekdar ber bi Cebel El-Reyan ve çûn da ku şerekî bêyî armanc ji bilî tunekirina mezhebî bikin.”