Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê sê jin hatin qetilkirin

Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di nava 8 rojên borî de 3 jin hatine qetilkirin û 5 jin jî neçarî xwekuştinê hatine kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê qetilkirina jinan herku diçe zêde dibe, tenê di sala borî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 158 jin hatibûn qetilkirin.

Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di nava 8 rojên borî de 3 jinên bi navê Çinur Ebasî li bajarê Dêhgulan, Ferzane Sadiqî û Îlham Salarî jî li Xurem Abad hatine qetilkirin.

Li gorî heman rêxistinê di nava 8 rojên borî de jinên bi navê Mehtab Fetahî, Aydîn Pursifend, Soma Biradostî, Ewîn Ebulezîzî û Semîra Muîn neçarî xwekuştinê hatine kirin.