Jinên Xezayê bi pevguhartinê jiyana xwe dimeşînin
Li Xezayê danûstandin ne vebijarkek aborî ye, qêrînek birçîbûnê ye. Li wir danûstandin ne danûstandinek di navbera wekhevan de ye, çalakiyek berxwedanê ya rojane ye li hember hilweşînê.

REFÎF ISLÎM
Xeza – Bazirganî yek ji rêbazên herî kevin e ku mirov ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe bi kar tînin. Ew guhertina tiştekî bi tiştekî din ê bi nirxê madî vedihewîne. Jinên li Xezayê piştî ku dirav qediyan û nekarîn werin bikaranîn, serî li vê rêbazê dane. Ew ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe vegeriyan ser hîleyên kevn ên dapîrên xwe.
Şer ew neçarî rêbaza pevguhertinê kirine
Emel El-Dehdûh dibêje ku danûstandin pratîkek serdema kevirî ye ku êrîşên artêşa Îsraîlê jinên Xezayê neçar kiriye ku di nav pêşketinên teknolojîk de vegerin ser wê. Emel El-Dehdûd wiha axivî: "Cara yekem dema ku min xwest hinek sebzeyan bikirim û firoşkar banknotek bîst şekel qebûl nekir, ji ber vê min pêşniyar kir ku li şûna çend cure sebzeyan hinek nîsk û birinc bidim wî. Ev nêzî çar meh in bi her tiştê ku dikarim jê qezenc bikim pevguhartin dikim."
Berê dapîr li zeviyan dixebitîn û pereyên wan tunebûn. Ji ber vê yekê jinên ku genim û ard li gel wan hebûn, li rêyan digeriyan ku wan bi pûrteqalan, an jî bi zeyta zeytûnê biguherînin. Jinan her wiha cil û bergên xwe yên neqişandî û heta hin kûpên sifir û seramîk jî diguherandin, lê bi şertekî ku nirxa wan a diravî wekhev be, ne kêmtir û ne jî zêdetir be.
Ji bo debara xwe bikin pevguhertina tiştan dikin
Li gor Emel El-Dehdûh îro qanûnên pevguhartinê ji hev cuda ne. Ger hûn dixwazin tiştekî bi tiştekî din biguherînin, ne hewce ye ku nirxa wê ya diravî heman be, dibe ku kêmtir be jî. Emel El-Dehdûdh axaftina xwe wiha domand: "Ji ber êrîşan du kurên min jiyana xwe ji dest dan. Niha ez xwedî li malbat û zarokên wan derdikevim. Ji bo debara xwe bikin, ard bi nîsk û birinc, cilên zarokan bi pêlavan diguherînim. Ji bo ku zeyt an kîloyek şekir bistînim min bi zêrên xwe guhert. Bi vî awayî jinên Xezayê di nava êrîş û rêgiriyê de debara xwe dikin û di vê jiyanê de li berxwe didin."
'Pevguhartin çareseriyek demkî ye'
Emel El-Dehdûh hêvî dike ku pere vegere rewşa xwe ya berê û wiha got: "Pevguhartin dikare çareseriyek demkî ji bo krîzê be, lê jin nikarin bi vî rengê zehmet bijîn. Pere tevgera me hêsantir dike. Pereyên me di bankê de hene lê ji ber rewşê em nikarin xwe bigihîjin wan. Tiştê herî buha li ber dilê me ji bo ku em debara xwe bikin bi pêdîviyên din re diguherînin. Ev jî gelek dijwar e. Lê ji bo ku zarokên me bi birçîbûnê re nemînin em hemû amûrên xwe yên kevnar û buha dikin qurbaniya zarokan. Divê alîkarî ji herêmê bên derbaskirin da ku jin ji vê rewşa dijwar derkevin."