Aşna Hesên: Tundiya li dijî jinan her diçe zêde dibe

Berpirsa Komîteya Yekîtiya Jinan a Îdareyê Raperînê Aşna Hesen got ku tundiya li dijî jinan her diçe zêde dibe, sedema wê jî çekên bê destûr in û divê ji bo vê yekê zagon were derxistin.

DÎVAN SIHAD

Ranya – Li Başûrê Kurdistanê rojane ji ber feraseta mêr û urf û edetên civakê jin tên kuştin. Ji ber bêxemiya desthilatdariyê û neserweriya zagonê û her wiha krîza ku civak dijî, jin tên kuştin. Ji ber wê rojane nûçeyên kuştina jinan tên bihîstin û rêjeya kuştina wan her diçe zêdetir dibe.

Çalakvan, rojnamevan û berpirsa Komîteya Yekîtiya Jinan a Îdareya Raperînê Aşna Hesen diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê rojane jin ji ber feraseta mêr tên kuştin û wiha got: “Rewşa jinan roj bi roj xirab dibe, rêjeya kuştina wan zêde bûye. Jin di bin navê namûsê de tên kuştin, di nava van du sê mehan de rêjeya kuştina jinan li sînorê Bitwên û Pişder zêde bûye. Di nava 20 rojan de jinek din hat kuştin. Sedemên van bûyeran jî nayên lêkolînkirin.”

‘Divê ji bo çekên bê dûstûr zagon bê derxistin’

Aşna Hesen wiha domand: “Sedema kuştina jinan, ji ber çekên bê destûr e şewre bi hêsanî tên bikaranîn û divê ji bo vê zagon bê derxistin. Ji bo ku tu kes nikaribe çekên bê destûr bibe mala xwe. Sedemek din jî bikaranîna madeyên hişbir e. Divê ji bo yên ku di dema kar de çek bi kar tînin piştî karê wan xilas bû çekê bi xwe re nebin malê zagon were derxistin. Ger em behsa tundiyê bikin ger hevjînek xirab nêzî jinê bibe divê malbata wê rê nedin dîsa jin vegere gel hevjînê ku tundî lê dike, ji ber ku ew jî dibe sedem tundî dîsa dubare bibe û heta bigihîje kuştinê. Hêvîdar im desthilatdarî bi taybetî sedemên sereke yên tundiyê tune bikin.”

‘Divê zagon werin pêkanîn’

Aşna Hesen da zanîn ku divê zagon serwer be û karê xwe bike û got: “Ez di wê hêviyê de me kujer bi riya zagonî werin cezakirin. Bi tu awayî destê ji derve di nava zagonê de nebin. Divê ev pirsgrêk bi sulha eşîrê neyên çareserkirin. Ger zagon serwer be, wê pirsgirêk jî kêmtir bibe. Nabe jin ji ber ku her tiştê bedel bidin û bibin qurbanî.”

‘Kuştina jinan zêde bûye’

Aşna Hesen destnîşan kir ku tê gotin jin namûsa mêr e, namûsa mêr li ku ye? Divê wisa be ku jin û mêran temamkerên hev bin û got: “Nabe dema li hemberî mêr xeletiyek bê kirin, bedelê wê jin dide. Ji destpêka jiyanê ve heta niha me bedelên gelek giran dane, qey heta mirinê divê em her dem bedel bidin. Divê sînorek ji bo van sûc û bûyerên kuştinê bê dayîn. Kuştin niha gelek zêde bûye. Sedema wê jî hilgirtina çekên bê destûr, madeyên hişbir û xirabûna rewşa siyasî, malbatî û civakî ye ji ber vê derûniya kesan têk diçe. Ger bi awayekî zagonî pêşî li vê neyê girtin wê her dubare bibe. Mînakên berbiçav hene, gelek pirsgirêkên malbatî ji ber xirab bikaranîna medyaya dîjîtal derketine. Ev sedemên sereke yên pirsgirêkên malbatê û bi taybetî jinên ku rastî van bûyeran tên e.”

Aşna Hesen di dawiyê de wiha got: “Ez di wê hêviyê de me desthilatdarî serweriya xwe bibîne, hêvîdar im ku çareserî ji bo kêmkirina vê tundiyê were dîtin.”