Jinên Reqayê li dijî komkujiyên li Suweydayê bang kirin

Jinên li Kantona Reqayê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, komkujiyên li Suweydayê şermezar kirin, bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kirin ku pêşî li van sûcan bigrin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

ReqaMala Jin a girêdayî Meclisa Kombûna Jinên Zenûbiyayê a li bajarê Reqayê Herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, roja 23’ê Tîrmehê daxuyaniyek da, komkujiyên li bajarê Suweydayê li dijî jin û zarokan pêk tên şermezar kir û hat diyarkirin ku ji bo edalet bi cih were divê kiryar hesab bidin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Mijara şîdeta li dijî jinên yek ji fikarên me yên mezin e. Em hewl didin mafên mirovan biparêzin. Her awayê şîdeta li dijî jinan, binpêkirina mafên mirovan e, êrîşa li dijî rûmeta jinan û azadiya mirovahiyê ye. Sûcên mezin ên em dibin şahid, ji aliyê pergala bi feraseta mêr a dixwaze îradeya jinan bişkîne, rola wan a civakî ji nedîtîve were, wan tune bike û mafên meşrû desteser bikeve tên kirin. Di van demên ku jin di warê civakî û têkoşînê de gihîştine merheleyên baş van êrîşan çêdibin.”

Hê jî bûyerên kuştina jinan didomin

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku tevî ku civaka xwedî şaristanî hewl dide bigihîje rêgeza wekheviyê jî hê hewl didin pêşî li pêşketina jinan bigrin û rola wan asteng bikin û wiha domiya: “Hê jî bi awayê hovane jin tên kuştin. Armanc bi van êrîşan ew e ku jinan biçewisînin, civakê bêîstîqrar bihêlin, jinan bitirsînin, nehêlin tevlî xebatên ji bo avakirina civaka demokratîk bibin û wan bi sînor bikin.”

Mala Jin di daxuyaniyê de bal kişand ser sûcên li dijî jin û zarokan tên kirin û helwesta xwe wiha anî ziman: “Li ser navê Mala Jin a Kantona Reqayê û hemû jinên li dijî şîdetê têdikoşin, em van sûcên dermirovî bi tundî şermezar dikin. Bi taybetî sûcên mezin fizîkî û derûnî yên li dijî jin û zarokên li Suweydayê tên kirin, em baş dizanin feraseta zextlar a desthilatdariya mêr nîşan didin.”

‘Divê saziyên navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bînin’

Di daxuyaniyê de bang li civakên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku berpirsyariya xwe ya parastina jinan bi cih bînin. Her wiha bal hat kişandin ku divê ji bo rawestandina şîdetê zext li hikumetan were kirin, kiryar werin darizandin, zagonên neteweyî û navneteweyî werin pêkanîn û jinên rastî şîdetê hatine werin parastin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê kiryarên van sûcan, demildest û bi awayekî bi biryar werin darizandin û ji bo ji kesên din re bibe ders edalet bi awayê rast bi cih were, demildest bikevin tevgerê. Em diyar dikin ku em ê li dijî kuştin û zulma li ser jinan her dem têkoşîna xwe bidomînin, dengê xwe bilind bikin, bi hemû aliyên ku dijminên rûmet, azadî û mafên jinan re hevrû bibin. Di rewşa heyî de civat tenê bi têkoşînê dikare li ser esasê edalet, wekhevî û demokrasiye bi pêş bikeve.”