Husiyan li bajarê Ibbê mafên mirovan binpê dikin
Tora Maf û Azadiyên Mirovan a Yemenê, der barê zêdebûn û xeteriyên binpêkirinên ku Husiyan di mehên dawî de li bajarê Ibbê ya Yemenê pêktîne de raporek weşand û da zanîn têkildarî sivîlan bi dehan binpêkirin belgekirine.

Yemen – Tora Maf û Azadiyên Mirovan a Yemenê, banga berdana hemû kesên ji aliyê Husiyan ve hatine revandin û windakirin kir û xwest Husiyan piştî kampanyaya bipergalî ya dawî ya bi armanca belavkirina terorê û bêdengkirina muxalefetê hesab bidin.
Tora Maf û Azadiyên Mirovan a Yemenê, di rapora xwe ya 22’ê Tîrmehê weşand de, ragihand ku ekîba qadê bûyerên wekî revandin, windakirina bi darê zorê, serdegirtin û girtîgehên veşartî belge kirine. Di navbera 1’ê Adarê û 20’ê Tirmehê de 83 sivîl hatin revandin. Di nava van mirovan de 9 bûyerên windakirina bi darê zorê, 22 perwerdekar, 12 xwendekar, 3 zarok, 14 firoşkarên kolanan, 4 karsaz û bagirzan, 6 waîz, 5 figûrên civakî û 17 bijîşk, akademîsyen, parêzer û karmendên dewletê cih digre.
Binpêkirinên bipergalî û kêmbûna çavdêriya tam
Di raporê de hate diyarkirin ku Hûsiyan li dijî malên welatitan 342 caran êrîş pêkanîne û 18 caran bûyerên talankirinê pêkanîne û destnîşan kir ku ev binpêkirin li derveyî çarçoveya qanûnî û pêvajoyek darizandine ye û wek perçeyek ji kampanyayek bipergalî ya ji bo belavkirina terorê û bêdengkirina muxalefetê tên pêkanîn.
Li gorî raporê, Hûsiyan li bajarê Ibbê rêbazên îşkenceya derûnî û fîzîkî yên "tirsnak" pêk anîne û 12 girtîgehên nû yên veşartî yên tu çavdêrî an jî hesabdayîna qanûnî nîne, ava kir. Di raporê de van girtîgehan wek “kargehên terorê” tên binavkirin.
Revandin û serdegirtinan
Tora Maf û Azadiyên Mirovan a Yemenê, diyar kir ku Husiyan nêzî 3 mehin operasyonên xwe yên revandinê yên rasthatî li deverên cuda yên bajêr zêde kirine, bi serdegirtinên şevê û qutbûna rê û danûsandina dubare, serokên qabîle, bazirganan, figûrên giştî û welatiyên asayî hedef digrin
Rêxistinê, piştrast kir ku piraniya kesên hatine revandin ji bo cihên nediyar hatine veguhastin. Husiyan, di nav bêdengiya tam ya hêzên daraz û ewlehiyê de, agahî dayîna têkildarî çarenûsa kesên hatine revandin an jî sûcdariyên li dijî red dikin.
Bangên çalakiyan
Tora Maf û Azadiyên Mirovan a Yemenê, ji bo bûyerên wekî “sûcên rêxistinkirî” binav dike bên eşkere kirin, demildest berdana hemû kesên hatine revandin û bi darê zorê hatine windakirin, hesabdayîna berpirsyaran banga çalakiyên bilez ên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî û medyayê kir.
Ev zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan ya ji ber bêdengiya civaka navneteweyî û avabûna fikaran ya di navbera rêxistinên mafên mirovan û çalakvanan de, di demekê ku binpêkirin li parêzgehên di bin kontrola Hûsiyan de zêde dibe pêktên.