HTŞ ya cîhadîst li Şamê xwepêşandêrên aştiyane hedef girt
Jineke ciwan a Sûriyeyî ku beşdarî xwepêşandana li ber Meclîsa Gel bû, diyar kir ku ew ê vegerin da ku xwepêşandanên din organîze bikin û da zanîn ku dirûşma wan “Xwîna Suriyeyiyan li Sûriyeyiyan heram e" be."

WELAA MUHEMED
Şam – Bikarhênerên medyaya dîjîtal vîdyoyek belav kirin ku belavbûna xwepêşandaneke aştiyane li ber Meclîsa Gel belge dike, tê de rojnamevan Zêna Şahla ji aliyê komên çekdar ên girêdayî cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ve bi heqaret û destdirêjiyên devkî re rîbirû dimîn, sûcên herî hovane dikin bi armanca gurkirina şerekî navxweyî li Sûriyeyê.
R.L a ku beşdarî xwepêşandanê bû, li ser tiştên ku di dema xwepêşandanê de qewimîn axivî. R.L tercîh kir ku navê xwe nebêje ji ber rewşa ewlehî û mafên mirovan û her dengê dijber tê tepeserkirin.
Kesên ku binpêkirinên li dijî mezhebên Sûriyeyê şermezar dikin
R.L da zanîn ku di dema gelê Sûriyeyê bi binpêkirinan re rûbirû dimîne de hewcedarî bi bilindkirina dengê civakê heye û wiha got: “Bi armanca pêkanîna edaletê û redkirina neheqiyê li dijî gelê sivîl, pêwistî bi bilindkirina dengê azadiyê heye. Bi vê bîr û baweriyê li ber Meclîsa Gel a paytexta Şamê, bikomek çalakvanên Sûriyeyî re beşdarî xwepêşandaneke aştiyane bûm. Xwepêşandana me ne siyasî bû, ne jî mezhebî bû, tenê mirovî bû. Armanca wê ew bû ku dengê hemû Sûriyeyiyan bilind bikin û daxwaza rawestandina xwînrijandinê bikin. Em li ser navê gelê Sûriyeyê û li ser navê hemû Sûriyeyiyên bandordar derketine vê derê."
Cîhadîstan beşdarên jin hedef girtin
R.L di nava gotinên xwe de bal kişand ser êrîşên cîhadîstan dema di çalakiyê de bûn û wiha vegot: "Em bêdeng rûniştibûn dema ku zilamek hat û dest bi gefxwarinê kir, got ku dê çalakgeran belav bike. Me red kir û dema ku wî dît em li ser helwesta xwe ne çeka xwe derxist. Yek ji jinên ciwan ku beşdarî çalakiya rûniştinê bû pêşve çû, ji bo gazî endamekî Ewlekariya Giştî bike. Polîsek hat û ew zilam bir cihekî dûr. Piştî vê me çalakiya xwe berdewam kir. Piştre ew bi komeke çete re hatin û êrîşî beşdarên çalakiyê kirin. Di nav beşdaran de rojnamevan Zêna Şehla hebû. Min dît ku kesek nêzî wê dibe. Ji ber dûrbûnê min nebihîst ka çi dibêje lê dengê wî bi zelalî nîşan dida ku wê tehdîd dike. Piştre wî bi darekî li lingê rojnamevan Zêna da."
‘Hewl didin bi tundiyê dengê çalakgeran bibirin’
R.L diyar kir ku kesên ku dengê xwe ji bo azadî û aştiyê bilind dikin bi binpêkirinê re rûbirû dimîine û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ji ber ku me pankarta bi dirûşma "Xwîna Sûriyeyiyan li ser Sûriyeyiyan heram e" hilgirtibû, vê yekê hêrsa cîhadîstan zêdetir kir. Ev dirûşm hemû Sûriyeyiyan dihewîne û ne li dijî mezheb an komeke taybet e. Me xwepêşandanek aştiyane li dar xist û em ê vegerin da ku xwepêşandanên din jî organîze bikin. Dirûşma me jî wê her dem ew be. Divê ew çete bên darizandin mafê rojnamevan Zêna Şahla bê parastin ji ber ew sembola şoreşa Sûriyeyê ye. Tiştê ku li ber Meclîsa Gel qewimî, nîşaneyek bi êş a rastiya ku em tê de dijîn e, dengê azad bi tundiyê re rû bi rû dimîne."