Dayîka Şemiyê Emîne Ocak jiyana xwe ji dest da
Dayîka Şemiyê Emîne Ocak ku bi rojan bû li nexweşxaneyê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Dayîka Şemiyê Emîne Ocak a çend roj bûn li nexweşxaneyê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniya Dayîkên Şemiyê ya li ser hesabê medya dijîtal X de hat parvekirin de wiha hate gotin: “Me hevriya xwe ya bi cesaret û bi biryar a xwedî dengê bilind û têkoşînê, ji bo heqîqet û edaletê têdikoşiya Emîne Ocak winda kir.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Agahiyên der barê merasîma cenaze de dê werin ragihandin.”
Emîne Ocak dayîka Hasan Ocak ê di sala 1995’an de bi îşkenceyê hatibû qetilkirin û cenazeyê wî li daristanên Beykozê yên Stenbolê hat dîtin û li goristana bêkesan hatibû veşartin e. Emîne Ocak 30 salan ji bo edaletê û kujerê kurê wê bê darizandin, têdikoşiya.