Ji Lubnanê piştgirî dan jinên Suweydayê
Jinên Lubnanê û koçberên jin ên Sûriyeyê, qetlîamên li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê tê jiyîn û binpêkirina mafên jinan şermezar kirin, bang kirin ku tundî bidawî bibe, li rêyên jiyana bi hevre û aştiyê ku ji fitne û mezhebiyê dûr bigerin.

SUZAN EBU SAÎD
Beyrûd – Li bajarê Suweyda ya Sûriyeyê ku bi rojan e bûyerên bi xwîn di qewimin, li hember mafên jinan binpêkirinek cidî hene. Çalakiyên wek revandin, tecawiz û cariyekirin, derbarê asta binpêkirinên tê jiyîn de agahî didin. Di bin navê reşkirina medyayê de bi mirina bi sedan sivîlan bi encam bû.
Ji 12’ê Tîrmehê heta niha, bajarê Suweyda bû şahidê pêla tundiya herî xirab ya di bingehê mezhebî de. Ji ber bûyerên wek komkujî, înfaz, hilweşandina malan û talanê, bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Li gorî daneyên ne diyar ên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li bajêr hezar û 311 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji vana 196 kes li kolanê hatine înfazkirin û li dijî jinan êrîşên wek cariyekirin, revandin û tecawiz hatin jiyîn, hatine belgekirin.
Ev binpêkirinên li dijî jinan, ji ber di aliyê malbatan de weke şermek civakê tê dîtin, ji ber bi daxwaza parastina rûmetê bi bêdengiya bi zanebûn a medyayê vedişêrin. Lê belê tevî vê jî di platformên medyaya dijîtal de, nûçeya trajîk a ku sê jinên ji malbata Mazhar rastî êrîşek bi çek hatin û li kolanê hatin qetilkirin belav bû. Konseya Netewî ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê û Navenda Mafên Kêmnetewan lîsteya navê 80 jin û zarokên ji civaka Dûrzî winda ne weşand.
Di heman demê de bajar di bin dorpêçek sîstematîk de ye, daxwazên alîkariya mirovî ya acîl zêde bûne. Kehrebe û av bi temamî qut bûne, xelaya xwarin, derman û şîrê zarokan serî hildaye. Bi qutbûna înternetê re, têkildarî binpêkirinên tê jiyîn reşkirinek mezin hat jiyîn.
‘Pevçûnên li Sûriyeyê çavkaniya xwe ji hundir nagre’
Mervat Fakih têkildarî bûyerên bi xwîn ên li Suweyda wiha got: “Di dîroka modern de ne tenê Dûrzî, me êrîşên komên ku li djî hemû hemwelatiyên ku xak û rûmeta xwe diparêzin, dîtine.”
Koçbera Sûriyeyê ku li Lubnanê dijî Suzan Zehruddîn diyar kir ku gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyan aştiyê dixwazin û wiha got: “Li welat tu caran şer ji ber sedemên navxweyî derneketine, ji ber mudaxaleyên ji derve şer derdikeve.”
‘Gelê Suweydayê aştiyê dixwazin’
Akademîsyena li Zanînageha Emrîkayê ya Beyrûdê Dana Ridwan da zanîn ku li Suweyda xizmê wê li gel hevjîn û zarokên xwe di êrîşa li dijî mala wan de hatin qetilkirin, mala wan talan kirin û dema di hindirê malê de bûn mal şewitandine û wiha got: “Xizmê me alîgirê aştiyê bû. Di dema bûyeran de şeş malbat pêşwazî kiribû, ji bo wan cîh û derfetê kar pêk anîbû. Bajarê xwe terk nekiribû, êrîşî kesî nekiribû. Gelê Suweyda dixwazin li gel gelên din bi aştiyane bijîn. Yên hatin qetilkirin ne yên ji derveyî bajar bûn, yên di nava bajar de bûn. Ev jî belgeya wan a daxwaza aştî û aramiyê ye.” Dana Ridwan pirsa çima em bi hev re di nav aştiyê de najîn? kir û got: “Tekane banga me bi hev re jiyane, li dijî fitneyê sekinîn, welatek bûyî yek û yek ruh e. Ji ber fitne li ber deriyê me ye û em ê hemû êşa vêya bikşînin. Divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê bên ba hev û biaxivin, bibin yek û li dijî dijminê mirovatiyê bisekinin. Tu ol nabêje ‘mirov here xwişk û birayê xwe bikuje.’ Divê ol di dil de be, mirovatî bi hev re bijîn.”
‘Divê qetlîam bên sekinandin’
Hana Ebu Necm jî qetlîamên li Suweyda hatine jiyîn bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku yên ku ev êrîş pêkanîn ne aydî tu mezheban e û wek ‘DAIŞ’iyên bê rehm’ binav kir û got: “Ti eleqeya Îslamê bi van çalakiyên bêrehm û dermirovî re nine, şîretên Îslamê rehmê hildigre, ez bang li civaka navnetewî, komîteyên mafê mirovan û ragihandinê dikim ku demildest bikevin nava tevgerê.”
Hana Ebu Necm got ku divê rastî bi awayek rast bê ragihandin û pêşiya fitne û hilweşînê bê girtin û ji bo sekinandina qetlîamên li Suweyda bang kir.