Ji dadmendên jin ên Lubnanê berteka li dijî tacîzê

Çalakvan û hiqûqnasên jin diyar kirin ku li Lubnanê bûyerên tacîzên zayendî gelek rû didin, gotin “Dadmendên mêr gelek sûcan dikin û nayên cezakirin" û bertek nîşanî vê yekê dan.

SOZAN EBO SEÎD

Beyrûd – Li ser malperên civakî gelek giliyên dadmendên jin ên Lubnanê hatin belavkirin. Di van giliyan de hat gotin ku Serokê Meclîsa Şûraya Dewletê Dadger Fedî Ilyas dadmendên jin tacîz dike. Ev bûyer jî rastî gelek refleksên hiqûqnasan hatin. Jinan pêşengiya nîşandana nerazîbûnan kir.

Çalakvan û hiqûqnasên jin diyar kirin ku pirsgirêkên dadgerên jin rû bi rû dimînin, nîşan dide ku pêkanîna zagona sûcdarkirina tacîza zayendî çiqas girîng e. Çalakvanan gotin ku “Her wiha divê jin di jîngehek bi ewle de bijîn û ji tacîzên zayendî bên parastin. Divê em di nava civakê de belav bikin ku sûcdarkirina tacîza zayendî sûcek e û bi rêya zagonan tê cezakirin.”

'Jin bi tacîzan re rû bi rû dimînin'

Çalakvana civaka sivîl Marîana Pro, da zanîn divê sûcên tacîzên zayendî yên li hember jinan, di nav raya giştî de bên aşkerakirin û belavkirin. Marîana destnîşan kir ku divê ev bûyer û zirarên wê bên eşkerekirin û diyar kir ku ev, destdirêjiyeke ku rûmet û bedena mirov binpê dike ye. Marîana nerazîbûna xwe bi van gotinan anî ziman: “Bi gelek awayan pêk tînin. Li kolanan tacîza gotinî tê kirin. Her wiha li ser malperên civakî jî tacîz tên kirin. Ev mafên jinan binpê dike. Her tim jin di nava civakê de hatiye biçûkxistin û rastî tacîzên zayendî tên. Ji ber vê yekê divê cezayê kujeran girantir bibe. Di sala 2020'an de Zagona Tacîza Zayendî hat derxistin û bi taybetî di benda 205'an de balê dikşîne ser hemû cureyên tacîzê. Ev bûyer ne tenê niha rû didin. Li gelek deveran belav bûye. Gelek jî hene ku bi destdirêjiya zayendî re rû bi rû dimînin, lê ditirsin biaxivin an jî eşkere bikin."

'Tacîz û destavêtin ji hev cuda ne'

Mariana Pro, di nava gotinên xwe de dest nîşan kir ne tenê jin, mêr û kesên temen mezin jî rastî destdirêjiyên zayendî tên û wiha pêl da gotinên xwe: "Gelek caran destdirêjî gotinî û bedenî jî dibe. Di navbera tacîz û destdirêjiyê de gelek tevlihevî heye, ev yek jî gelek xeternak e. Hinek dozên tacîzê wek doza destavêtinê tên cezakirin. Ev yek jî dihêle kujer bi salan di zîndanê de bimîne û di dawiyê de bêsûc derdikeve. Her wiha destdirêjî dikeve nava zagonên 503 û 506’an û ew ji tacîzê gelek cuda ye. Divê jin mafê xwe û hesabê vê yekê ji kujeran bixwazin. Bingeha derketina diyardeyên tacîzê kêm perwerdehiya çandî û civakî, her wiha nexweşiyên derûnî ne. Divê nifşek li ser bingeha sinc û çandek rast bên avakirin û çanda tacîzê ji xwe re nebînin ku em karibin bigihîjin civakek pêşketî û zana."

'Hikûmet nabe cîhê çareseriya pirsgirêkan'

Mariana Pro, destnîşan kir ku li Lubnanê gelek aloziyên zagonî tên jiyîn û wiha got: "Hinek ji wan aloziyan derengbûna darizandinê ne. Lewma jî, dosyayên girtiyan bê çareserî dimînin. Ji ber vê yekê em hêvî dikin hikûmetek ji nû ve bê avakirin ku hemû pirsgirêk çareser bin. Di heman demê de pêwîstî bi guhartinên hinek zagonan heye ku di demên dagirkeriyên Osmanî û Fransî de derketine. Em bang li dadmendan dikin ku dosyayan lêkolîn bikin û bi edaletî kujer bên cezakirin. Di encama şer û pevçûnên ku li herêmê rû dane de, ewlehî û aramiya herêmê jî wenda bû û em bi bûyerên tacîz û destdirêjiyê re rûbirû dimînin. Bi milyonan doz li dadgehan hene û divê hikûmeta nû wan hemûyan çareser bike, ji ber ku hikûmeta berê, cîhê gendeliyan bû."

'Serokê Meclîsa Şûraya ku erka wî  parastina edalet û jin in, bi tacîzê tê sûcdarkirin'

Endama Rêxistina Fîmîl Meriyem Yaxî jî diyar kir ku dema bûyerên tacîze rû didin, ji bo rêya çareseriyê berê xwe didin dadgeh û dadmendan. Meriyem da zanîn ku lê Serokê Meclîsa Şûraya ku erka wî  parastina edalet û jin in, bi dozeke tacîzê tê sûcdarkirin û wiha got: “Ev doz li dijî dadmendeke jin pêk hatiye. Di vir de sûc tevlîhev dibe. Ji bilî sûcê tacîzê ew erka xwe binpê dike û tacîzkirina dadmendên jin ji xwe re mîna mafek dibîne. Gelek jin û çalakvan dixwazin edalet pêk bê. Lê gelek ji wan jî ditirsin û nikarin pirsgirêkên xwe îfade bikin û mafê xwe bixwazin. Gelek pirs bê bersiv dimînin. Dadmendên mêr gelek sûcan dikin û nayên cezakirin."