4 mamosteyên ji Xûzistanê hatin berdan
4 endamên Yekîtiya Mamosteyên Xûzistanê yên berê bi sûcdariya "propagandaya li dijî rejîmê" û "civîn û hevkariya li dijî ewlehiya neteweyî" hatibûn cezakirin, hatin beraetkirin.
Navenda Nûçeyan – Lijneya Koordînasyona Sendîkayên Mamosteyên Îranê, ragihand ku cezayên berê yên endamên Sendîkaya Mamosteyên Xuzistanê Kokab Bedaghi-Pegah, Piruz Namî, Elî Krushat û Siyamak Sadagh-Çehrazî, ji aliyê Daîreya Temyîzê ya 20’emîn a Xuzistanê ve hatine betalkirin û 4 mamoste hatin beraetkirin.
Di danişîna ku duh li Daîreya 20’emîn a Dadgeha Temyîzê ya Xuzistanê hat dîtin de, cezayên berê yên çar mamosteyan bi hinceta der barê beşdarî çalakiyên li dijî ewlehiya neteweyî bûne de delîlên berbiçav nîne û beşdarbûna wan di xwepêşandanên sendîkayê de di çarçoveya mafê wan ê xwepêşandana aştiyane de tê hesibandin, hate betalkirin û der barê mamosteyan de biryara beraetê hate dayîn.
Beriya niha van kesan, ji aliyê Şaxa 3’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Ahvazê ve bi sûcdariya "civîn û hevkariya li dijî ewlehiya neteweyî" û "propagandaya li dijî rejîmê" bi tevahî mehkûmê 24 sal cezayê girtîgehê hatibûn kirin. Kokab Bedaghi-Pegah û 3 mamosteyên din berê bi gelek pêvajoyên qanûnî re rû bi rû mabûn û Bedaghi-Pegah îsal ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Xuzistanê ve ji bo sê mehan ji kar hatibû dûrxistin.