Li Silêmanî panel: Zagon jinan naparêzin
Di çarçoveya pêngava 16 rojan a çalakiyên li dijî tundiya li ser jinan de, ji aliyê Tora Hevbeş a Rêxistinan û Navenda Şêwirmendiya Derûnî û Civakî ya Zanîngeha Silêmaniyê ve panelek li ser kuştin û xwekuştinên li Herêma Kurdistanê hat dayîn.
Silêmanî – Li Zanîngeha Silêmaniyê di çarçoveya pêngava 16 rojan a çalakiyên li dijî tûndiya li ser jinan de, ji aliyê Tora Hevbeş a Rêxistinan û Navenda Şêwirmendiya Derûnî û Civakî ya Zanîngeha Silêmaniyê ve panelek bi sernavê ‘kuştin û xwekuştinên li Herêma Kurdistanê’ hat dayîn. Panelê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre Helbestvan Ketan Xadmî çend helbestên ku li ser tundiya li ser jinan nivîsandine, xwend. Piştre jî panelê dest pê kir.
‘Li Herêma Kurdistanê zagon serwer nîn in’
Panêlîst parêzer Deşnê Osman jî der barê zagonan çiqas dikaribûne rê li ber bûyerên kuştin û xwekuştinê bigrin de axivî û û got: “Ji ber zextên zêde li ser jinan hene, dibe sedem ku li Herêma Kurdistanê bûyerên kuştin û xwekuştinê jî zêdetir bibin. Her wiha lawaziya di warê aborî de, sedemên civakî, di bin navê paqijkirina ‘namûsê’, nebûna perwerdeyek rast, serwernebûna zagonê ku pergala eşîrtî li ser hakim e, sedemên sereke yên zêdebûna kuştin û xwekuştinan e. Kujer sûc dike lê nayê cezakirin. Sedema wê destwerdana partiyan a di nava dadgehan de ye. Ev jî nîşan dide ku li Herêma Kurdistanê serweriya zagonan tune ye. Saziyên çapemeniyê jî bûyerên kuştina jinan belav dikin. Gelek caran kujer weke qehreman nîşan didin. Ev yek jî bandorek xirab li ser ciwanan dike.”
‘Di ola Îslamê de kuştin û xwekuştin qedexe ye’
Her wiha panelîst Dr. Xalid Ehmed behsa bûyerên kuştin û xwekuştinê û cihê wan ê di ola Îslamê de kir û got: “Di ola Îslamê de kuştin û xwekuştin qedexe ye, bi taybetî jî kuştina jinan. Her wiha di olê de tê gotin ‘çiqas zext li ser mirov hebe, nabe mirov xwe bikuje.’ Lê niha li ser navê ola Îslamê gelek tişt tên kirin ku di rastiyê de ev kiryar di ola îslamê de qedexe ne.”
‘Daneyên rast nîn in’
Piştre panelîst Dr. Rêbwar Xerîb Heme jî di aliyê derûnî û civakî de behsa diyardeya kuştin û xwekuştinê kir û got: “Li cîhanê bûyerên xwekuştinê di rêza yekem de ne. Li Herêma Kurdistanê kuştin û xwekuştin kêm e lê tu daneyên rast li ber destên me nîn e, ev jî ji ber ‘şermê’ nayên belavkirin yan jî rê nayê dayîn bên belavkirin. Xwekuştin di nava mêran de zêdetir e lê hewldana ji bo xwekuştinê di nava jinan de zêdetir e. Li cîhanê zêdetir kesên bi temen xwe dikujin lê li Kurdistanê rewş berovajî ye, zêdetir kesên ciwan xwe dikujin. Mirov dikare sedemên vê yekê jî bi çend tiştan ve girêde, ev jî; bêkarî, nexweşiyên demdirêj, bêkesî û hwd. Xwekuştin di nava kesên çekdar, kesên lîstikvan û hunermendên navdar de zêdetir rûdide. Ji bo pêşîlêgirtina bûyerên kuştin û xwekuştinê çapemenî tam bi erka xwe ranabe û ji ber nebûna pisporiya di ragihandina van bûyeran de, bûyerên kuştinê zêdetir dibin.”
‘Bi riya semîneran ji bo hişyarkirina jin û mêran hewldan didomin’
Çalakvana jinan Pexşan Mihemed jî wiha got: “Em di nava 16 rojên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de weke tora hevbeş a rêxistinan ji bo hişyarkirina kesan di aliyê kuştina jinan de beşdarî panelê bûne. Kuştin her diçe zêdetir dibe. Kuştin û xwekuştin zêde dibe. Ji ber wê divê aliyên pêwendîdar û rêxistin bi hemahengî ji bo kêmkirina kuştin û tundiyê bixebitin. Divê hişyarkirin tenê di çarçoveya çalakvan û mamosteyan de nemîne. Bi riya çalakiyên hişyarkirina di nava zanîngeh û dibistanên amadeyî de xwendekaran der barê cezayê kuştin û tundiyê de hişyar bikin. Her wiha em berdewam berê xwe didin derveyî bajar û dibistanan, da ku hemû kesan hişyar bikin.”