Kongra Star: Ji bo Sûriyeyek demokratîk pêdivî bi guhdayîna dengê jinan heye
Kongra Star, bi boneya yekemîn salvegera rûxandina rejîma Baasê daxuyaniyek weşand û da zanîn ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk pêdivî wêrekiya siyasî, ji nû ve nirxandina polîtîkayên heyî û bi taybetî guhdayîna dengê jinan heye.
Navenda Nûçeyan – Kongra Star, bi boneya salvegera yekemîn a ketina rejîma Baasê ya 8’ê Kanûn 2024’an daxuyaniyek weşand û diyar kir domandina têkoşîna ku bi bedelên mezin tê meşandin, neçariyek e.
Kongra Star, di destpêka daxuyaniyê de wiha got: “Em yekemîn salvegera rûxandina rejîma Baasê ku nêzî 54 salan li Sûriyeyê dewletê veguherand amûrekî berfireh a zextê, îradeya gel desteser kir, saziyan xist di bin kontrola xwe de, pirrengî û xwerêxistinkirinê tepeser kir û welat ber bi hilweşîna siyasî, civakî û aborî ve kişand, pîroz dikin.”
‘Azadî û rûmet encama têkoşînek dirêj e’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Sûriyeyê bi salan e bedelên giran ên mîna fedakirina cane xwe, girtin, koçberî û nebûna şert û mercên jiyanê yên bingehîn dane û ev fedakariyan nîşan didin ku azadî û rûmet encama têkoşînek dirêj e.
‘Armanc avakirina Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî ye’
Kongra Star, da zanîn armanca şoreşê ne guhertina zilmekî, bi zilmek din e, avakirina Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî ye. Armanc, projeyekî ku azadiya jinan esas digre, rêzê li îradeya hemû pêkhateyên civakî digre û rûmeta mirovan esas digre ye.
Hate diyar kirin ku performansa rêveberiya demkî ya di sala dawî de, bendewariyên gel pêşwazî nake, diyaloga neteweyî tê vederkirin,, jin di mekanîzmayên biryargirtinê de cihnagrin û ji bo parastina gelan gavên cidî nayên avêtin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku jin hêza ajotinê ya şoreşê ne.
‘Divê tecûbeya tevgera jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin’
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Sûriyeya nû dê bi polîtîkayên dûrxistinê an jî domandina navendîbûnê re neyê avakirin û divê tecûbeya rêveberiya demokratîk a tevgera jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin.
Kongra Star, di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk pêdivî wêrekiya siyasî, ji nû ve nirxandina polîtîkayên heyî û bi taybetî guhdayîna dengê jinan heye û soza xwe ya domandina têkoşîna ji bo azadî, edalet û wekheviyê dubare kir.