Êrîşên li dijî rojnamevanên Filistînî zêde bûn
Sendîkaya Rojnamevanên Filistînî, ragihand ku di meha Mijdarê de li Şerîa Rojava li dijî rojnamevanan 57 binpêkirin û êrîş pêkhat.
Navenda Nûçeyan – Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku li Şerîa Rojava binpêkirin û êrîşên li dijî rojnamevanên Filistînî zêde bûye û bicîhanîna pîşeya rojnamevaniyê tê asteng kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Îsraîliyan di binpêkirin û êrîşên li gelek herêmên Şerîa Rojava de "rola sereke dilîzin". Di meha Mijdarê binpêkirin û êrîşên mîna birîndarbûna du rojnamevan a bi guleyên rast, 22 êrîşên Îsraîlê, astengkirina şopandina bûyeran, lêdana bi daran, kevir avêtin û gefên bi çekan hate jiyîn.
Ji bo saziyên navneteweyî bang
Di daxuyaniyê de, hate destnîşan kirin ku 16 rojnamevanên Filistînî hatine binçavkirin an jî bicîhanîna pîşeya wan hatine astengkirin û Îsraîliyan bi taybetî li herêma Hebron a Şerîa Rojava zirar dane wesayîtên rojnamevanan an jî desteser kirine. Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku ji bo rawestandina êrîşên hêzên Îsraîlî û parastina navneteweyîya rojnamevanên li qadê dixebitin, zextê zêde bike.