Rêxistina Sara qetilkirina 2 jinên ciwan şermezar kir
Rêxistina Sara, li Helebê qetilkirina 2 jinên ciwan şermezar kir û bang li hemû jinan kir ku hêza xwe bikin yek û dengê xwe li dijî tundiyê bi hemû awayên wê bilind bikin.
Heleb – Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan têdikoşe, der barê tundî û cînayetên li dijî jinan de daxuyaniyek da. Daxuyanî, li ber navenda Rêxistina Sara ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, bi beşdariya nûnerên tevger û partiyên jinan hate dayîn.
Daxuyanî ji aliyê endama Rêxistina Sara Zeynep Elîko ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berdewamkirina van sûcan gefê li hevgirtina civakê dixwe û jinan bi hincetên "adet û kevneşopiyan" dike armanca qetilkirinê.
Rêxistinê, destnîşan kir ku hin alî hewl didin ku kaos û bêaramiya li Sûriyeyê bikar bînin da ku mafê jiyanê yê jinan binpê bikin. Rêxistinê, da zanîn ku şert û mercên dijwar ên li herêmê bûne sedema xirabûna şert û mercên jiyan û civakê.
Rêxistina Sara, di daxuyaniya xwe de qetilkirina 2 jinên ciwan li Helebê bi tundî şermezar kir û doza lêpirsîneke cidî kir.
Rêxistinê, bang li hemû jinan kir ku hêza xwe bikin yek û dengê xwe li dijî tundiyê bi hemû awayên wê bilind bikin.