Îran 2 werzîşvanan girt
Di 6’emîn Pêşbirka Maratona li Kişê de ku bi beşdarbûna zêdetirî 5 hezar jin û mêran hate li dar xistin û rastî bertekên tund ên rayedarên Îranê hat, du werzişvan hatin girtin.
Navenda Nûçeyan – 6’emîn Pêşbirka Maratona Kişê, roja înê bi parkûrên 15 û 42 kîlometreyan û bi beşdariya zêdetirê 5 hezar jin û mêran hate li dar xistin. Di dawiya pêşbirkê de kesên pilê girtin hatin diyarkirin, lê piştî parvekirina wêneyên jinên ku bi cil û bergên bijarte beşdar bûne, Dozgeriya Giştî ya Kişê doz vekir.
Di 6’ê Kanûnê de, berpirsê Herêma Azad a Kişê û rêveberekî şîrketeke taybet 2 kesên beşdarî çalakiyê bûn hatin girtin. Dozger Elî Salmîzade, diyar kir ku pêşbirk "bêyî qûralên Şerîet û rêziknameyên qanûnî” hatiye organîzekirin û hişyariyên berê hatine paşguhkirin. Lêpirsîn, sektorên dewlet û taybet jî di nav de dê hemû organîzatoran bigre nav xwe.
Qebûlkirina jinan a qûralên pêçandina mecbûrî, ji aliyê rayedaran ve mîna “derxistina fîtne” û “li dijî qanûnê” hate hesibandin. Wezîrê Aboriyê Seyîd Elî Medînade, daxwaza lêpirsînek berfireh û amedekirina raporek kir.
Organîzatoran, ragihandin ku ji bo pêşbirkê destûrên pêwist hatine wergirtin. Destwerdana dadwerî ya li dijî maratonên jinên li Îranê beriya niha jî, di dema pêşbirka 10 km ya li Şîrazê de çêbûbû.