Narîn Nadîrova: Çima Kurd hêj nayên naskirin?
Narîn Nadîrova ya di Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk de axivî, wiha got, "Li Tirkiyeyê mafên Tirkên Alaskayê jî tên naskirin, lê ez dixwazim bipirsim gelo çima Kurd hêj nayên naskirin."
Navenda Nûçeyan – Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk a DEM Partiyê li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Stenbolê di roja duyemîn de didome.
Rûniştina çaremîn sermijara “Perspektîfên Azadiyê, Aştî û Siberojê” tê gotûbêjkirin. Moderatoriya rûniştinê hiqûqnas Eren Keskîn kir. Eren Keskîn got: “Kurd bi erde ve hatin kaşkirin, rûviyên wan rijiyan erdê. Hevalên me hatin kuştin, girtin, bi hezaran kes hatin windakirin, nehatin dîtin. Tevî ewqas êş û janê jî pêkanîna aştiyê kelecanê dide Kurdan. Ev konferans ji bo pêkanîna aştiyê girîng e. Ji bo min xala herî girîng di vê pêvajoyê de pêkanîna aştiya navxweyî ya Kurdan.”
‘Hewcedariya Kurdan bi aştiyê û demokrasiyê heye’
Endama Meclisa Gel a Kazakistanê Narîn Nadîrova jî bi sernavê, “Kurdên Sovyeta Berê û Bawatebûna Sînoran” gotarek pêşkêş kir. Narîn Nadîrova, da zanîn ev konferans ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyek mezin e û got: “Dembaş hevalên hêja. Berî her tiştî amadekirina civînek wiha xweş şanaz im. Hewcedariya Kurdan bi aştiyê û demokrasiyê heye. Destxweşiyê li DEM Partiyêdikim. Bav û kalen me ji Serhedê ne. Di dema raperîna Şêx Seîd şûnve derbasî hêla Ermenistanê bûn. Dilê me her tim li Kurdistanê-Serhedê bû. Bav û kalên me Ermenistanê jî nehatin îdarekirin, wan ji wir jî sirgûnê Asyaya Navîn kirin.
Piştî salên 1955î Erîvan-Ermenistan dibe navenda karûbarên Kurdan. Kazakistan cihê miletan e. Gelek milet bi mafên xwe li Kazakistanê dijîn. Kurdên me li Kazakistanê nas kirin. Her kes heqê xwe heye. Her çiqas mafên me hebin jî, me her tim bi hesreta welat jiyana xwe derbas kir. Ez hêvîdarim ev proseya aştiyê deriyên nû ji bo hemû Kurdên cîhanê veke.”