Li Sûdana Başûr zêdebûna tundiyê gefê li jin û zarokan dixwe

Qeyrana mirovî ya li Sûdana Başûr, bi zêdebûna tundî û kêmbûna xurekê re xirabtir dibe. UNICEF’ê der barê xeteran de hişyarî da û bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriya xwe zêde bike û alîkariyê misoger bike.

Navenda Nûçeyan – Sûdan, ji ber pevçûnên ji sala 2023’an vir ve, koçberî û karesetên avhewayê, bi rewşeke mirovî ya bi aloz a dibe sedema hilweşîna xizmetên bingehîn re rû bi rû ye. Ev rewş, êşa jin û zarokên ku roj bi roj di bin xetera tundî û kêmbûna xurekê de ne, kûrtir dike.

Li gorî UNICEF’ê, nîvê zarokên keç neçarî zewaca zû tên kirin û ji sedî 65 jinên di navbera temenê 15 û 64 salî de rastî cureyên tundiya li ser bingeha zayendî tên.

Rêvebera Îcrayê ya UNICEF’ê Catherîne Russell, di serdana xwe ya yek ji navendên bi ewle yên ji bo jinên ciwan hatine avakirin de, bi jinên rastî tundiyê hatine re civiya. Hinek ji van jinan beriya bigihîjin navendê, hewl dane dawî li jiyana xwe bînin. Catherîne Russell, da zanîn ku ev navend ji bo jinan gelek girîng e û banga xurtkirina bernameyên parastinê û domandina piştgiriyê kir.

Zarok bi xetera cidî ya kêmbûna xurekê re rû bi rû ne

Di vê çarçoveyê de UNICEF’ê bal kişand ser qeyrana kêmbûna xurekê ya berdewam ku gefê li zêdetirî 2.1 milyon zarokên di bin pênc salî de dixwe û destnîşan kir ku nêzî 9.3 milyon kes ji ber pevçûnên berdewam, koçberî û şokên avhewayê hewceyî alîkariya girîng in.

Catherîne Russell, di dema serdana xwe ya li bajarê Panytiou de, bi malbatên koçber ên ji ber lehiyê û tundiyê bi bandor bûne  re civiya. Catherîne Russell, da zanîn ku zarok mexdûrên sereke yên van şert û mercan in û ji ber kêmkirina budçeyê hinek navendên ewlehiyê yên jin û zarokan hatine girtin.

UNICEF’ê bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo parastina jin û zarokan û piştgirîkirina hewldanên alîkariya mirovî tedbîrên lezgîn bigre û hişyarî da ku kêmkirina alîkariyê wê qeyrana li welat kûrtir bike.