Koçber di nava deryayê de ji birçîbûn û sermayê mirin

Li peravên Girît di encama qulipîna bota ku koçber dihilgirt de 18 kes ji ber birçîbûn û sermayê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li peravên greva Girît, di bota ku koçber dihilgirt de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ku hatine bi destxistin, keştiyek a tîcarî ya ala Tirkiyeyê li ser, li nêvî başûrê deryaya milî ya 26 ya Girîtê ba girt û botek lastîk û di xişke hate tesbîtkirin. Li ser îxbarê tîma ewlehiya deryayê sewqî herêmê hate kirin, 2 kesên di botê de hate rizgarkirin, cenazeyê 18 kesan hate dîtin.

Koçberên hatine rizgarkirin, ji bo kontrola tenduristî û qeydê şandin bajarê Ierapetra yê Girit. Du kesên hatin rizgarkirin, îfadekirin ku ji ber şertên xirab ên hewayê, bot ji kontrolê derket, derfetên xwarin û parastinê ne dîtine. Li gorî nirxandinên destpêkê, hate diyarkirin ku dibe ku mirin ji ber hipotermî û birçîbûnê be.