Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk bi dawî bû

Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk a DEM Partiyê di roja duyemîn de bi dawî bû.

Stenbol – Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk a DEM Partiyê ku du roj bûn li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoya Stenbolê berdewam dikir, bi beşa forumê bi dawî bû. 

Di beşa forumê de mêvan ango beşdarên konferansê ku ji derveyî welat hatibûn axivîn. 

‘Azadiya Ocalan azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn e’

Nivîskar, rojnameger û dîrokzan Ezîzê Cewo di beşa forumê de axivî û destnîşan kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tenê ne azadiya gelê Kurd di heman demê de ji bo gelên Rojhilata Navîn jî çareserî ye. Ezîzê Cewo anî ziman ku bêyî Abdullah Ocalan aştî û çareserî ne pêkan e û ew ji pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kêfxweş in û pêşwaziyek germ li pêvajoyê dikin. Ezîzê Cewo da zanîn ku divê gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê di destûra bingehîn de bên nasîn û heke destûrek demokratîk pêk were dê Tirkiye bi awayekî xwezayî bibe komarek demokratîk.

Piştî beşa forûmê konferans bi girtina wêneyê giştî bi dawî bû. Hat zanîn ku dê encamnameya konferansê di rojên pêş de bê eşkerekirin.