Li ser şopa keça xwe ya got ‘Barê aştiyê giran e’ dimeşe: Divê şer bidawî bibe
Nezahat Teke û Kudret Eryilmaz, du jinên Kurd in zarokên xwe di riya aştiyeke bi rûmet de spartine axê. Herdu jinên ku aliyê herî qirêj ê şer dîtine, ji bo pêvajoya aştiyê bi ser bikeve dixebitin û dibêjin; “Bila bendewariya me ya bi hêvî bi encam bibe.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Di çarçoveya pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, dengvedana merasîma şewitandina çekan a roja 11’ê Tîrmehê li Şikefta Casenê ya bajarê Silêmaniyê, herêma Federal a Kurdistanê didome.
Di demeke ku ji bo avakirina komîsyonek li Meclisê hevdîtinên partiyan didomin de, Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê di nava hefteyê de bi serokên giştî yên CHP, MHP û Partiya Pêşerojê re hevdîtin kir. Di vê çarçoveyê de Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan hevdîtin kirin.
Ji ber îsrara ne neçareseriya meseleya Kurd, ji herdu aliyan bi salan bi hezaran mirov mirin. Pêvajoya bi şer û pevçûn bi sedema krîzên civakî, aborî û siyasî.
Ji bo bidawîbûna pêvajoya bi şer û pevçûn, dayikên Kurd bi laçikên xwe yên spî di refên pêş ên têkoşînê de bûn. Niha jî bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” ji bo aştiyê di refên pêş de ne.
Dayika Aştiyê Nezahat Teke dayika Nesrîn Teke ye. Nesrîn Teke di 2’yê Hezîrana 2000’î de agir bi bedena xwe xist. Nesrîn Teke ya li Amedê di sala 1981’ê de hat cîhanê, dema ku nûnera Kovara Ozgur Halkê ya Amedê bû, piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê û çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” dest pê kirin, agir berda bedan xwe.
‘Barê aştiyê giran e’
Dayika Nesrîn Teke ya di roja 2’yê Hezîrana sala 2000’î de li ber çavên dayika xwe Nezahat Teke agir berda bedena xwe, ji dayika xwe diyar kir ku keça wê jê re gotiye; “Dayê tu hê biçûk î, dema mezin bibî tu yê çalakiya min fam bikî. Em di pêvajoya aştiyê de ne û barê aştiyê giran e, mirov dikare xwe ji bo aştiyê feda bike.”
Nesrîn Teke ya ku, piştî çalakiyê rakirin Nexweşxaneya Rojhilata Navîn a Edeneyê, roja 9’ê Tîrmehê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê anîn Amedê.
Dayika wê barê aştiyê girt ser milên xwe
Nezahat Teke jî gotinên dawî yên keça xwe Nesrîn ji xwe re esas girt û di “Însiyatîfa Dayikên Aştiyê” de dest bi xebatê kir.
Piştî salan Nezahat Teke niha şahidiya deriyê ku ji bo aştiyê vebûye, dike. Nezahat Teke ya ku bi salan e di riya keça xwe de ye, tevlî merasîma şewitandina çekan a li Şikefta Casenê bû.
‘Min perçeyek ji kezeba xwe spart axê’
Nezahat Teke, dibêje ku 40 sal in şahidî ji şer re dike, hem şahida şer e, hem perçeyek xwe daye, hem jî behsa pîrozbûna dayikên aştiyê dike. Nezahat Teke bi gotinên; “Di vî şerî de zoriya herî mezin dayikan kişand” dibêje ku wê ‘kezeba’ xwe spartiye axê.
Ji bo ku Nesrînên din nemirin…
Nezahat Teke diyar dike ku ji bo kesên din nemirin, wan her dem ji bo aştiyê îsrar kirine û wiha behsa hêviya xwe ya aştiyê dike: “Keça min di vî riyê de mir û 25 sal in dayika aştiyê me, di nava têkoşînê de me. Tenê dirûşmek me hebû me digot; 'Me zarokên xwe winda kir, bila kesên din winda nekin.' Em hêvî dikin ku careke din pêdivî bi çekan çênebe lê ev yek tenê bi aştiyeke ji dil û mayînde pêkan e.”
‘Zarokên me dimrin êdî cih di bin axê de nemaye’
Nezahat Teke diyar kir ku dayik ji vê pêvajoyê bendewar in û êdî divê ji aliyê dewletê ve gavên şênber werin avêtin. Nezahat Teke wiha didomîne: “Em ji dewletê li benda gavan in. Kongre çêbû, feshkirin çêbû, çek hatin şewitandin. Divê êdî dewlet gavên pêwist bavêje. Li vî welatî dayik, an li beriyên girtîgehan in an li goristanan, an jî li ber televîzyonan destê wan li ser dilê wan li zarokên xwe digerin di nava xemgînî û êşê de ne. Em hêvî dikin ku dewlet gav bavêje û bendewariya me ya bi hêvî bi encamp bibe.”
Gotin ‘Em ji bo jiyana bi rûmet ji mirinê re jî ji aştiyê re amade ne’
Dayikek din jî Kudret Eryilmaz e. Dayika Aştiyê Kudret Eryilmaz jî şahîdî ji merasîma şewitandina çekan re kiriye. Kudret Eryilmaz li ser wateya merasîmê nirxandin dike û wiha dibêje: “Wê koma 30 kesî navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsand û xwestin ji me re vê bibêjin; ‘ji bo jiyana bi rûmet, em ji mirinê re jî ji aştiyê re jî amade ne.’ Divê piştî vê çalakiyê dewlet gav bavêje. Divê destên zarokên me û Rêbertiyê yê ji bo aştiyê li hewa nemîne. Ez bang li dayikên leşker û polîsan dikim; ên diwelidînin dayik in ên şîr didin dayik in, ên heta sibehê şiyar mane zarokên xwe xwedî kirine em in. Loma divê dayik destê xwe bixin binê kevir. Ger dayikên Tirk, bi destê ku dirêrî wan bûye bigirtana dê vî şerê qirêj heta îro nedomiya.”
‘Ger aştî heye çima balafirên şer radibin?’
Kudret Eryilmaz, diyar dike ku tevî şer jî ew hêviya xwe ya aştiyê zindî digre, ji bo aştiyê ketine riyeke nû û wiha bi dawî dike: “Di pêvajoyên aştiyê de ji bo beyankirina niyeta baş divê balafirên şer rawestin. Ji aliyekî ve behsa aştiyê tê kirin, ji aliyekî ve jî balafirên şer ranawestin. Rojê 6-7 balafirên şer radibin. Çiyayên Kurdistanê tên bombekirin. Ger aştî hebe, sedema rabûna van balafiran çi ye? Di serê me de pirs hene, rabûna balafiran rewşeke bi nakok e. Ji ber vê yekê serê me tevlihev dibe. Divê ev şer bi dawî bibe.”