Ayşe Efendî: Newroza 2025'an wê bibe Newroza azadî û serkeftinê
Berdevka Însiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Kobanê Ayîşe Efendî diyar kir ku ev Newroz dê bibe Newroza azadî û serkeftina gelan.

NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – 21'ê Adarê cejna Newrozê ku ji serhildana Kawayê Hesinkar li dijî desthilatdarê Dehaqê ku bi niheqî û zilma xwe dihat naskirin, tê pîrozkirin. Kawa karîbû Dahak têk bibe û agir berda banê qesra xwe û meşaleya serkeftinê wek sembola serketin û berxwedanê bilind kir. ji wê rojê heya îro gelê Kurd ji bo rojek nû û xilasbûna ji zilimê agirê azadiyê geş dikin.
Derbarê Newrozê, wate û girîngiya wê ya ji bo gelê Kurd, her wiha cudabûna Newroza îsal ji salên din de, Berdevka Însiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Kobanê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ayîşe Efendî ji ajansa me re axivî.
'Newroz vejîna gelê Kurd e'
Ayşe Efendî di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser cudabûna vê Newrozê ya ji salên din û wiha got: "Her sal di meha Adarê de bi hatina Newrozê re li ser gelê Kurdistanê rengên buharê xwe nîşan didin. Cejna Newrozê tê wateya sembola azadî û serkeftinê. Ew nasname û neteweya Kurdayetiyê diyar dike. Newroz bi xwe re serpêhatî û destanên dîrokî yên gelê Kurd zindî dike. Ji ber vê yekê Newroz tê wateya vejîna nû û hêviya gelê Kurd. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mehan beriya ku Newroz dest pê bike amadekariyên xwe dikin. Ev roj ji bo wan roja azadî û serkeftina li dijî zilimê ye. Yê ku Newrozê cuda dike jî rengên buharê ne ku xwe di nava cejnê de nîşan didin."
'Tevî zext û êşkenceyan Newroza xwe pîroz dikirin'
Ayşe Efendî bal kişand ser zilm û bindestiya ku gelê Kurd ji dîrokê û heya îro tê re derbas dibe û wiha axivî: "Di nava dîrokê de her tim gelê Kurd li Kurdistanê tevahî di zilm, koletî, êşkence û tunekirinê re derbas dibûn. Li hember van zextan jî her dem gelê Kurd bi îsrar û têkoşîna xwe cejina xwe bi reng, deng û azadiya xwe pîroz dikirin. Bi taybetî li Sûriyeyê ji aliyê rêjîma Baas ve her gelê Kurd ji cejna xwe ya netewî bê par dima. Kesên ku beşdarî şahiyê jî dibûn ji aliyê rêjîmê ve rastê girtin û êşkenceyê dihatin. Li Kobanê tevî hemû zextan jî gel bi îsrar li ser tepeyê Miştenûr şahiyên xwe li dar dixistin. Ev yek jî weke sembola azadiyê ji bo Kobaniyan e. Di heman demê de milet ji ber zexta rêjîmê bi dizî şahiyên xwe li dar dixistin."
'Ev Newroz dê bibe Newoza azadî û serkeftinê'
Di berdewama gotinên xwe de Ayşe Efendî da zanîn ku Newroza îsal ji salên din cudatir e û got ku cudabûna vê Newrozê ew e ku wê li hemû deverên Sûriyeyê bê pîrozkirin. Ev maf ji gelê Kurd re di destûrê de hat dayîn. Ev biryar jî encama têkoşîn û berxwedana gelê Kurd a 50 salî ye û bi saya xwîna pakrewanên me ye. Her wiha Newroza îsal wê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêkanîna banga dîrokî ve bê pîrozkirin. Gel bi hêvî li benda vê Newrozê ne. Ev Newroz dê bibe Newroza belavbûna aşîtî, ewlehî û demokrasiya gelan. Di heman demê de wê bibe çareseriya pirsgirêkên Kurdan. Hemû rojên me Newroz in. Em bi hêvî ne ku bi rihê Newroza îsal azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û hemû deverên dagirkirî misoger bikin."