Şervanên YPJ'ê cejna Newrozê pîroz kirin
Şervanên YPJ’ê yên Newrozê li hemu gelên berxwedêr pîroz kirin, gotin: “Em ê vê Newrozê bikin cejna azadiya fizîkî ya Rêber Apo.”

VEJÎN REVAN-TÊKOŞÎN EFRÎN
Hesekê – Gelek pênaseyên cejna Newrozê hene. Weke cejna vejînê, cejna biharê, cejna gelan û cejna neteweyî tê pênasekirin. Di navaroka van pênaseyan de wateyên giranbuha barkirî ne. Newroz cejna vejîna gelan e. Bi taybetî ji bo gelê Kurd û gelên Mezepotamyayê ev roj; cejna herî bi coş û bi kelecan e. Ji heft heta heftê salî her kes bi coş û kelecaneke pir cuda vê rojê pêşwazî dike.
Di vê rojê de Kawayê Hesinkar meşaleya azadiyê bilind kir û diyarî tevahî gelên Mezepotamyayê kir. Ne tenê gelê Kurd, tevahî gelên Mezepotamya û Kurdistanê cejna gelan pîroz dikin. Cejna biharê tê wateya bidawîbûna tarîtî û zordariyê, azadî û baweriya serkeftinê ji gelan re pêşkêş dike. Gelê Kurd, Ermen, Aşûr, Suryan, Ereb, Fars û gelên din bi ruhê yekitî û biratiya gelan roja nû li çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatên cîhanê pîroz dikin. 21’ê Adarê weke destpêkirina saleke nû ya tekoşînê ji bo gelê Kurd û gelên herêmê xwedî wateyeke dîrokî ye. Ji ber vê yekê bi cejna Newrozê re, biryardariya têkoşînê û hêviya serkeftin û azadiyê xurtir û geştir dibe. Her der rengîn dibe û dixemile. Xweza xwe bi rengê kesk, sor û zer dixemilîne. Dayîk, jin, ciwan û zarok bi vê cejnê re xwe bi cil û bergên neteweyî dixemilînin û dadikevin qadan.
‘Em ê vê Newrozê bikin cejna azadiya fizîkî ya Rêber Apo’
Şervanên YPJ ‘ê bi boneya cejna vejînê, Newroza gelên herêmê pîroz kirin û di heman demê de biryardarî û hêviyên xwe anîn ziman. Yek ji wan şervana YPJ’ê Rojda Efrîn, Newroza sala 2025’an pîroz kir û wiha got: “Newroza sala 2025’ an ez destpêkê li Rêber Apo pîroz dikim. Hemû şehîdên me yên şoreşê bi minetdarî bi bîr tînim. Newroz, ji bo me rojeke girîng û xwedî wateyeke cuda ye. Ji ber ku agirê Newrozê bi ruhê Mazlûm û Rahşanê geş bûye. Têkoşîna Mazlûm Doxan, Rahşan û Zekiyeyan her dem berdewam dike. Ev ruh îro di çeperên şer ên Bendava Tişrînê de gihîştiye wateya xwe ya rastîn, di sekn, moral û manewiyata şervanên YPJ’ê de şênber dibe.” Rojda Efrîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Bi ruhê Newrozê em ê tola hevalên xwe yên şehîd rakin. Em ê vê Newrozê bikin Newroza berxwedan û tolhildana hevalên xwe yên şehîd, em ê vê Newrozê bikin Newroza azadiya fizîkî ya Rêber Apo."
‘Li Bendava Tişrînê destanên berxwedanê tên nivîsandin’
Şervana YPJ’ê Denîz Kobanê jî cejna gelê Arî li Rêber Apo û li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir. Denîz Kobanê diyar kir ku cejna Newrozê ji bo tevahî gelên herêmê tê wateya rojeke nû, destpêkirina saleke nû ya têkoşîn û berxwedanê û wiha domand: “Gelê me îro bi ruhê şerê gelê şoreşgerî li Bendava Tişrînê destanên berxwedaniyê dinivîsine. Ev berxwedanî çavkaniya xwe ji berxwedana zindanan digre û kevneşopiya ruhê Mazlum û Rahşanan e.” Şervana YPJ’ê Denîz Kobanê di dawiyê de got: “Tu kes nikare agirê azadiyê bitefîne û tu tişt li pêşiya bilindkirina meşaleya agirê azadiyê nikare bibe astengî. Bi taybetî em berxwedan û hevgirtina şervan û nobedarên li Bendava Tişrînê silav dikin. Em dubare cejna Rêber Apo û tevahî gelên Kurdistanê, gelê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin.”