Stranek ji bo bîranîna şopdarên heqîqetê: Pelên Jiyanê

Ji bo bîranîna du şehîdên şopdarên heqîqetê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di 19’ê Kanuna 2024’an de di êrişa dewleta Tirk de hatin qetilkirin strana ‘Pelên Jiyanê’ hat weşandin.

AVEND GABAR

Navenda Nûçeyan – Endama Kevana Zêrîn û di heman demê de endama Koma Amara Ferîde Rapo ji bo bîranîna du şehîdên şopdarên heqîqetê şehîd Nazim Daştan û şehîd Cîhan Bîlgîn ku di 19’ê Kanuna 2024’an de ji hêla dewleta tirk a dagirker ve li Bendeva Tişrînê hatin şehîdxistin, klîba bi navê ‘Pelên Jiyanê’ weşand.

Gotin û muzîk ku aîdê Ferîde Rapo ye, di şexsê du şehîdên şopdarên heqîqetê de diyarî hemû şehîdên çapemeniya azad hat kirin.

Ferîde Rapo derbarê xebata klîb û stranê de bi taybetî li ser du peyvên stranê ku xwe di dil û mejiyan de dinexşînin, hest û nêrînê xwe anî ziman.

Şopdarên heqîqetê

Ferîde Rapo destpêkê di şexsê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de hemû şehîdên ragihanda azad bi bîr anî û bi van hevokan bal kişand ser ked û êrîşên li ser şopdarên heqîqetê: “Weke tê zanîn di meha kanuna 2024’an de dewleta tirk a dagirker bi çeteyên SMO re êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî êrîşî Bendava Tişrînê kir û ev zêdetirîn 100 roj in berxwedana gel û şervanên azadiyê berdewam dike. Di vê pêvajoyê de sûcên dewleta tirk û çeteyên wê raberî cîhanî kirin şopînerên heqîqetê heval Nazim û heval Cîhan şehîd bûn û di heman demê de piştî wan jî heval Egîd Roj şehîd bû. Ev salên dawî bi taybet li ser rojnamegeran êrîşeke dijwar heye, hem di milê zex û îşkenceyê de hem jî di milê hedefgirtinê de. Ji ber vê yekê me xwest vê xebatê bi taybetî di şexsê heval Nazim û heval Cîhan de diyarî şehîdên ragihandina azad bikin.”

‘Ev stran dê wek rexnedayîn jî were qebûlkirin’

Ferîde Rapo da zanîn ku ew vê stranê hem wek gerîla hem jî wek endama Kevana Zêrîn diyarî şehîdên ragihandina azad dike û ev tişt vegot: “Di salên dawî hem heval Nagîhan Akarsel, hem heval Gulistan Tara hem jî heval Hêro Bahadîn, di heman demê de piştî heval Nazim û heval Cîhan heval Azîz Koyluoglu û heval Egîd Roj di êrîşên dewleta tirk a dagirker de şehîd bûn. Esas ev stran wek rexnedayîn jî dê were qebûlkirin. Ji ber ku di van salên dawî de bi taybet li ser ragihandina azad ewqas erîş heye û di heman demê de yên ku ev dîmenana dikişînin, rastiya derdixin holê û şopînerê heqîqetê rojnameger in.”

Çîroka du peyvên ku ji stranê re bûne îlham

Di dawiya axaftina xwe de Ferîde Rapo li ser du peyvên ku ji stranê re bûne îlham sekinî û bi van hevokan behsa ‘du peyvên efsûnî’ kir: “Destpêkê em xebateke bi vî rengî hem wek gerîla hem jî bi xwezaya gerîla diyarî şopdarên heqîqetê dikin. Bi vê re girêdayî ev stran dema hat nivîsandin beriya wê hevalek ji ragihandina azad dema derheqê heval Nazim û Cîhan de diaxivî peyvek wisa bi kar anîbû û gotibû ‘Em ê hêsirên çavên xwe bikin hibir’. Dîsa Rêbertî dibêje ‘me mirinê kuşt’ û dayikek jî li ser Bendeva Tişrînê vê rastiyê qîr kir û got ‘Em ji mirinê mezintir in’. Di esasê xwe de ev gotin ne gotinên me ne, gotinên Rêbertî ne, gotinên şehîdan e, gotinên gel in, gotinên rastiya me ne. Ji ber vê ev rastî hatin ba hev, bi amûrê re bûn yek û hestek ava kir. Ji bo vê jî para herkesî di vê de heye. Em dubare şehîdên ragihandina azad di şexsê heval Nazim û heval Cîhan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim.”