Jinên Tûnisî çand û mîrateya xwe diparêzin
Jinên herêma Um El-Alaq a Tûnisê ji bo mîrateya xwe zindî bihêlin, kombûnên çandî çêdikin. Jin di van kombûnan de stranên ku ji dayikên xwe fêr bûne dibêjin û bi xwarinên herêmî û hunerên destan hewl didin herêmên bidin nasîn.

NEZÎHA BÛ SEÎDÎ
Tûnis – Li hin herêmên Tûnisê jin li herêmên gundewarî yên li kêleka çiyayan jiyana xwe didomînin û li gel hemû zehmetiyan jî kevneşopî, çand û jiyana herêmê diparêzin. Jinên herêma Um El-Alaq di şandeya Zanûşê de li parêzgeha Qefsayê ya Tûnisê parastina cih, urf û edetên xwe, cil û bergên xwe yên gelerî, xwarin, stran û xwedîkirina pez didomînin.
Li derveyî însiyatîfên civaka sivîl ji bo sûd girtina ji bo jinên ku pêwîstiya wan bi rênîşandan, hişyarî û alîkariyê heye. Bi însiyatîfa kesayetî ya jineke ji Um el-Alaq, li kampa Zerdûb a herêmê "Kombûna Jinan" hat organîzekirin.
Însiyatîfa "Kombûna jinan" mîrata herêmê diparêze
Li derveyî çarçoveya hemû dezgehên hikûmî û nehikûmî û ji xeynî destpêşxeriyên civaka sivîl ji bo sûdwergirtina ji bo jinên ku pêwîstiya wan bi rênîşandan, hişyarî û alîkariyê heye û bi însiyatîfa kesayetî ya jineke herêmê, li kampa Zerdûb a herêmê "kombûna jinan" hat organîzekirin. Di kombûnê de jinan çand û mîrateya xwe dan nasîn. Ev beşek ji amadekariyên meha Mîrateyê bû, ku di 18’ê Nîsanê de dest pê kir.
Di vê kombûnê de jinan cil û bergên herî xweş ên herêmê li xwe kirin û xemilandinên xwe bi zêrên kevneşopî temam kirin. Wan performansên hunerî yên kevneşopî ji bo mêvanan, bi karanîna tembûr û darbuka pêşkêş kirin. Her wiha jinan stranên mîrasê yên ku di rojên xweş de ji aliyê dapîran ve dihatin gotin, pêşkêş kirin. Di heman demê de jinên herêmê ditirsin ku ew stran ji holê rabin, ji ber ku keçên îro naxwazin van stranan bi bîr bînin û eleqeya wan bi rap û stranên din ên nûjen re heye.
'Jinên Um El-Alaq bi stranên gelêrî û kevnar navdar in'
Salîha Bin Amêr Redewî derbarê stranên gelêrî ku parastina wê dike wiha got: "Ez hemû stranên gelêrî ku çanda me vedibêjin ji dayîka xwe hîn bûm û niha di parastina wan de ez berpirsyar im. Herêma me bi stranên gelêrî gelek navdar e. Em daxwaz dikin ku ev çand di nava zarokên me de jî bên parastin. Li gel gotina stanan jin lawiran jî xwedî dikin, ew jêderên bingehîn ên gel çiyayî ne. Jin koman bi destan çêdikin. Her wiha pêdîviyên malê bi ax û herî diafirînin. Di amadekarina xwarinên gelêrî yên kevnar de jî jinên herêmê navdar in wek xwarina El-Berkokiş."
'Jin xwarinên kevnar diparêzin'
Xedîca Bint Remedan bal kişand ser xwarinên navdar ên ku li herêmên xwe amade dikin û wiha axivî: "Yek ji xwarinên bingehîn ku em li herêmê diparêzin "El-Basîsa" ye û em ji bo kesên ku ji bo kerkirina pez tên, serê sibê amade dikin. Serê sibê jin bizinan didoşin û nanê bi navê “Kisra” û “Ghanayê” amade dikin. Dûvre van nan bi pariyên piçûk têne qutkirin, bi şîr û rûnê germ tê tevlihevkirin û ji kesên amade re pêşkêş dikin. Nîvro bi “Meslan” xwarina kuskûs tê amadekirin.
Bi giştî jin wek bendeke ewlekarîyê ji bo deverên çiyayan tê dîtin, ne tenê di warê parastina mîrateyên van deran de, di warê peydakirina hebûna nifşên paşerojê li van deveran û rûbirûbûna terorê, ku kêmbûna nifûsê bi kar tîne da ku xwe di nav wan de bi cih bike.