Jinên Qamişloyê: Divê ku jinên Sûriyeyê werin parastin û sûcdar werin cezakirin

Pêla şermezarkirinê li pey êrîşên li ser jinan di dema serdagirtina gundên Til Hasil û Til Eranê bilind dibe. Saziyên mafên mirovan û jinan daxwaza rawestandina binpêkirinên dubare yên li dijî sivîlan, rêzgirtina qanûnan û parastina jinan kirin.

ESMA MUHEMMED

Qamişlo –Li aliyekî alozî û astengiyên ewlehiyê yên li gundewarên Helebê, li aliyê din jî  hemleyên serdegirtin û girtina mirovan ji aliyê hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ya demkî ve li herdu bajarokên Til Eran û Til Hasilê didomin. Her nerazîbûn û şermezarkirina gel û jinan li dijî binpêkirinên li ser sivîlan, bi taybetî jinan, her diçe zêdetir dema.

Êrîşa li ser hemwelatiya Kurd a bi navê Nezîhe Hemkî piştî ku wê operasyonên serdegirtinê belge kirin û daxwaz ji endamên çekdar kir ku fermana girtinê ya qanûnî nîşan bidin, pêleke mezin a şermezarkirinê bi xwe re anî. Di vê navberê de daxwazên ji bo rawestandina binpêkirinan, parastina jinan, rêzgirtina li mafên mirovan û qanûnên girtinê tên kirin.

Jinên bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê tekez kirin ku êrîşa li ser hemwelatiyeke Kurd di dema serdegirtinên li Til Hasil û Til Eranê de, binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan û rûmeta mirovahiyê ye. Jinan li dijî van pêkanînan bertekek tund nîşan dan û daxwaza rawestandina binpêkirinên dubare yên li dijî jinan kirin. Her wiha mîsogerkirina rêzgirtina qanûnên girtinê û cezakirina berpirsyaran kirin.

‘Kiryar binpêkirineke hovane ya rûmeta mirovahiyê ye’

Di vê çarçoveyê de, hejmarek ji çalakvan û rêveberên sazî û rêxistinên jinan li bajarê Qamişloyê nerazîbûna xwe ya li dijî tiştê ku wekî “berdewamiya hedefgirtina jinan” bi nav kirin nîşan dan. Her wiha destnîşan kirin ku ev kiryar binpêkirineke hovane ya rûmeta mirovahiyê ye.

‘Tu hewldan nikarin li pêşiya me bibin asteng ji bo berdewamkirina têkoşînê’

Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Kantona Qamişloyê, Şîrîn Dawûd tekez kir ku bûyerên li Til Hasil û Til Eranê di çarçoveya zincîreke dirêj a êrîşên sîstematîk ên li ser jinan de ne. Şîrîn Dawûd wiha got: “Ev kiryar ne nû ne, berdewamiya polîtîkayên tundiyê ne ku di salên borî de li dijî jinan hatine meşandin. Hedefgirtina jinan bûye amûreke zextê li ser tevahiya civakê, ji ber ku jin stûna bingehîn a malbat û jiyana civakî ne.”

Şîrîn Dawûd her wiha anî ziman ku êrîşên dawî gihîştine dayîkên Kurd, ev yek helwesteke yekgirtî ji hemû jinan, hêzên civakî û saziyên mafên mirovan daxwaze dike, destnîşan kir ku parastina jinan ne bi nasnameya wê ya neteweyî yan olî ve girêdayî ye lê belê parastina nirxên mirovahiyê û edaletê ye.

Şîrîn Dawûd diyar kir ku hikûmeta demkî hewl dide bi hedefgirtina rasterast, rola jinan a ku her diçe mezin dibe bi sînor bike. Lê ev hewldan dê jinan ji berdewamkirina têkoşînê û xwedîderketina li mafên wan asteng nekin û jin li hemberî hemû binpêkirinan dengê xwe bilind bikin.

Yekîtiya jinan riya parastina mafan e

Endama Mala Jinê ya Qamişloyê, Nîzam Nûrî destnîşan kir ku jin ne tenê kesek di nava malbatê de ne, stûna bingehîn a civakê ne, civak bi wan ava dibe. Ji ber vê yekê her êrîşek li ser wê, êrîşek li ser tevahiya civakê ye.

Nîzam Nûrî got ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salên borî de wêrekiya xwe û şiyana xwe ya berxwedanê li hemberî terorê îsbat kirine û di riya parastina ax, rûmet û azadiyê de bedelên mezin dane. Ev yek dihêle ku hedefgirtina wan a îro bi her pîvanê re neyê pejirandin û were şermezarkirin. Her wiha diyar kir ku jinên li Til Hasil û Til Eranê rastî êrîşê hatine, tenê daxwaza mafên xwe yên qanûnî û rewa kirine, mîna nîşandana fermanên girtinê yên fermî di dema girtinê de lê tevî vê yekê jî rûbirûyê heqaret, lêdan û nêzîkatiyên xirab bûne. Ev yek binpêkirina eşkere ya mafên bingehîn e yên ku di qanûn û peymanên navneteweyî de hatine mîsogerkirin.

Nîzam Nûrî peyamek ji jinên cîhanê re şand û banga xurtkirina piştgiriya jinan kir ku li hemberî her cure tundî û cudakariyê bi yekperçeyî bisekinin û anî ziman ku yekîtiya jinan tenê riya parastina mafên jinan û çespandina nirxên edalet û wekheviyê ye.

‘Em ê li hemberî her cure tundiyê bibin yek dest û yek dil’

Cîgira Meclîsa Qamişloyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Leyla Mihemed jî bilêv kir ku jin îro civiyane da ku êrîşên dawî yên li ser jinên li Til Hasil û Til Eranê her wiha hemû binpêkirinên ku jin li herêmên şer bi wan re rûbirû dimînin şermezar bikin. Her wiha destnîşan kir ku divê her êrîşek li ser jinan, bi helwesteke yekgirtî ya hemû jinan re rûbirû be.

Wê eşkere kir ku gunehê jinên rastî êrîşê hatine tenê parastina mal, zarok û rûmeta wan bû, tekez kir ku nabe jin bibin hedefên şer, nakokî yan polîtîkayên ku sivîlan dikin hedef.

Leyla Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jinên Rojavayê Kurdistanê dê têkoşîna ji bo parastina azadî û rûmetê berdewam bikin û li hemberî her cure tundî û binpêkirinan bi destek û heman dilî bimînin. Ji ber ku bawer dikin edalet nayê çespandin heta ku jin hemû mafên xwe yên tam bi dest nexin û rûmeta wan neyê parastin.”