Di qezaya li Belûcistanê de 40 kesan jiyana xwe ji dest da

Li eyaleta Belûcistanê ya Pakistanê otobuseke rêwiyan ji ber leza zêde yan jî windakirina kontrolê, di kendalekî bilind de wergeriya. Di encamê de herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Ji ber binesaziya qels û riyên çiyayî yên asê, li Belûcistanê qezayên trafîkê yên kujer zêde dibin. Welatiyan û çalakvanan xwestin li riyên çûnhatinê tedbîrên ji bo ewlehiyê werin girtin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê saziya rizgarkirinê û rayedarên herêmî ve hatine piştrastkirin, li eyaleta Belûcistan a Pakistanê otobusa rêwiyan, di kendalekî bilind de wergeriya, di encamê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.

Otobusa rêwiyan ji paytexta Belûcistan Kettayê ber bi bajarê Peşaver ê eyaleta Hayber Pahtunhva ve diçû. Otobus li riya çiyayî ya li herêma Dana Sar ji ber sedemeke ku hê nehatiye diyarkirin, ji kontrolê derket û wergeriya. Li gorî agahiyên destpêkê, qeza ji ber leza zêde yan jî windakirina kontrola dîreksiyonê ya di vîrajeke xeternak de pêk hatiye.

Hat ragihandin ku tîmên rizgarkirinê tavilê gihîştin cihê bûyerê, cenaze ji wesayîdê derxistin û birîndar rakirin nexweşxaneyên li derdorê. Li aliyê din, rayedaran ragihand ku ji bo tesbîtkirina sedema qezayê lêpirsîneke fermî hatiye destpêkirin. Ev karesat di demek de pêk tê ku li herêmê ji ber riyên xirab û qelebalix, qezayên trafîkê bi awayekî herdemî dubare dibin.