‘Îslama siyasî jin û zarok bi tundiyê re rûbirûyî ne’
Rojnamevan Dîdar Şehla got ku îslama siyasî û fikrên wê sedema zêdebûna tundiya li dijî jinan e. Roj nîn e nûçeyên kuştin, girtin û tundiya li dijî jinan nayê bihistin. Îslama siyasî bandorê li civakê, bi taybetî li jinan û zarokan dike.”
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Di her civakê de, malbat bingeha sereke ya avakirina jiyana civakê û pêşxistina nifşên pêşerojê ye. Ji ber wê her guherîna siyasî yan civakî, beriya her tiştî bandorê li malbat û endamên wê dike. Di deh salên dawî de, mezinbûna Îslama siyasî û gihîştina hinek tevgeran ji bo desthilatdariyê, gelek pirs li ser bandora vê cure desthilatdariyê li ser jiyana jin, zarok û têkiliyên malbatî bi xwe re aniye. Hinek ezmûnan nîşan dane ku ev guhertin ne tenê di nava sînorên siyasetê de mane, bandorê li mal û şêwazê jiyana rojane ya xelkê kiriye. Îslama siyasî bi riya nexşeyan ketiye nava civakê. Bi riya kesên olî û dewreyên perwerdeya havînê, zarokan dikşînin nava lîstikên îslama siyasî. Nebûna hişyariya malbatan der barê dewreyên perwerdeya îslamî de, zarokan ber bi ramana olî ya bi plana siyasî ve dibin.
‘Îslama siyasî nifşê nû yê civakê dike hedef’
Rojnamevan Dîdar Şehla diyar kir ku pirsgirêka îslama siyasî û xistina nava civakê ji demên kevnar ve bi awayên cuda hatiye nîqaşkirin. Bandorên wê li gelek welatan bi awayekî zelal tê dîtin. Bandorên wê bi awayekî aloz dikevin nava dilê mirovan û ew nikarin civak û kevneşopiyên xwe li hemberî astengiyan biparêzin û wiha got: “Piştî sala 2008’an, îslama siyasî û hebûna medyaya wan rê li ber belavbûna zihniyeta îslama siyasî li Herêma Kurdistanê vekir. Armanca wan ew bû ku fikrên îslama siyasî bixin nava civakê. Paşê, bi saya hatina kanalên medyayê yên îslama siyasî, hebûna dramayên Tirk û bazarkirina gelek modelên serpoşan li dijî ola rast a ku Kurd dişopînin, bandorek çêkir. Tevî hewldanên îslama siyasî di dema hilbijartinên parlamantoyê de, xuya dike ku welatî îslama siyasî qebûl nakin. Dema ku hilbijartinên parlamentoyê tên lidarxistin, gelek welatî îslama siyasî qebûl nakin û rolek ji wan re nayê dayîn. Îslama siyasî ji berê heta niha dikaribûye vê fikrê bi şerm û sînordarkirina jinan bi rê ve bibe. Gelek welatiyan kevneşopî û hebûna îslamê di nava kevneşopiyên xwe de bi awayekî bedew parastine. Lê belê bandorên wan diyar in, bi taybetî bi riya medyayê û medyaya dîjîtal, mirov êrîşî hev dikin, êrîşan ku di nava welatiyan de tevlihevî derbikeve didin destpêkirin, di nav de zarok û jin jî hedef tên girtin û tevlîheviyê dixin nava civakê.”
‘Bi îslama siyasî zarokan digrin bin kontrolê’
Dîdar Şehla da zanîn ku bi îslama siyasî bi qanûnên xwe yên hişk zarokan ji temenê biçûk ve kontrol dikin û wiha got: “Bi îslama siyasî zarokan hedef digrin. Bi riya çalakiyên curbecur û nîqaba zarokên di bin heşt salî de îslama siyasî belav dikin. Ji bo civakê fikrek hat afirandin ku keç piştî heşt saliya xwe dibin sedema guneh. Jinan wekî kesên xwedî îradeya serbixwe nabînin. Roj nîn e ku nûçeyên kuştin, girtin û tundiya li ser jinan neyên bihîstin. Bi îslama siyasî bandorê li ser civakê, bi taybet jinan dikin. Bi taybetî, sazî û cihên ku ji bo xebat û belavkirina îslama siyasî hatine damezirandin, bi awayekî zelal di çarçoveya îslama siyasî de jinan kontrol dikin. Jin jî di çarçoveya qanûnê de rastî tundiyê tên. Li başûrê Iraqê, qanûn dibin sedema tundiya fizîkî û psîkolojîk li dijî zarok û jinan. Ji ber vê, pêvajoya siyasî bi awayekî tund zarokan hedef digre. Em dizanin ku pêşketina civakê çavkaniyê ji nifşên nû digre. Pêşeroja neteweyek di çavên zarokan de tê dîtin. Em nikarin zarokan hişyar bikin lê divê em dê û bavan der barê îslama siyasî de û tiştên cuda de, hişyar bikin.”
‘Heta ku civak bi rastiya îslama siyasî nizanibe dê zêdetir bikeve nava civakê’
Dîdar Şehla anî ziman ku îslama siyasî ketiye nava civakê ji bo ku bandorê li civakê û kesan bike û wiha got: “Bi riya îslama siyasî civak kirine rewşeke wisa ku nikare dengê xwe bike. Ger civak nexwaze, aliyên siyasî nikarin rêberiya kesek bikin. Di civakê de hebûna fikrên îslamî pirsgirêkeke din a arastekirina zarokan ber bi îslama siyasî ve ye. Zarokên ku bi komî nimêj dikin û bi komî Quranê dixwînin, dema zarokek naxwaze li ber xwe bide, ev pirsgirêkek din a di civakê de ye. Daxwaz û îradeya zarokan ji wan tê girtin. Gelek zarok bi dilxwazî vê rewşê hilnabijêrin. Ji ber wê neçar dimînin li ser daxwaza malbatên xwe biçin dibistanan.”
‘Dê û bav bi daxwaza xwe zarokan dişînin dewreyên fêrbûnê ne bi daxwazên zarokan’
Dîdar Şehla di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Niha, malbat zarokên xwe ber bi hobiyên ku ew dixwazin ve, ne yên zarokan ve ne dibin. Dê û bav bi daxwaza xwe zarokên xwe dişînin dewreyên fêrbûnê. Gelek mînakên zindî di nava malbatan de hene. Mînak, zarokek di malbata min de got; ‘Bi saya pêşketinên teknolojiyê, ez niha dikarim guh bidim Quranê da ku enerjiya xwe li ser jiberkirina wê xerc bikim. Li şûna ji berkirina wê, ez diçim îslamê lêkolîn dikim.’ Lê belê ji aliyê dê û bavê xwe ve rastî rexneyan hatiye. Ev nîşan dide ku zarok dikarin guhertin û lêkolînên girîng bikin. Lê belê îslama siyasî ya ku di nava malbatan de belav bûye, rê li ber zarok û nifşê nû digre. Heta destwerdana şêwazên cil û berg jî dike. Îslama siyasî bi armancek leşkerî ya hişk dixebite û heta kes nikare jê derkeve, bi nemana kontrolkirinê ve girêdayî ye. Ew wisa kar dike ku kes nekare jê bireve. Divê malbat bên kontrolkirin. Divê em hewl bidin bi riya hişyariyê malbatan baştir bikin.”