rojane
-

Li Xezayê şer didome: 4 Filistînî hatin kuştin
Di êrîşa hewayî ya ku Îsraîlê navenda Xezayê malek hedef girt de, 4 Filistîniyên ku du ji wan zarok, yek jin bû, hatin kuştin. Bi van binpêkirinên rojane peymana agirbestê ya ji Cotmeha borî ve di meriyetê de ye tê binpêkirin.
-

Hêzên rejîma Îranê dayîkek û kurê wê yê 15 salî binçav kirin
Li gorî agahiyan, Amîne Qasimzade û kurê wê yê 15 salî li bajarê Nazirabad ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin. Ji dema hatin binçavkirin br heta niha sedema girtina wan nayê zanîn.
-

Di encamê êrişan de dayîk û zaroka wê jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên Îsraîl-DYE li dijî Îranê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Li bajarê Îlamê zarokek 6 mehî di navde ji heman malbatê 6 kes, li Kirmanşanê jî dayîkek û zaroka xwe ya 2 salî di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dan.
-

Bi dehan girtî ji girtîgeha Mehabadê ji bo girtîgeha Urmiye hatin veguhestin
Piştî êrîşa li nêzî girtîgeha Mehabadê pêkhatî û xwepêşandana girtiya, bi dehan girtî ji bo girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatin veguhestin.
-

‘Jin di avakirina civakeke demokratîk de hevkarên bingehîn in’
Akademîsyen Ibtîsam Husên tekez kir ku heta mafên jinan di destûrê de tunebin li Sûriyeyê dadwerî û demokrasî çênabe û got ku divê hebûna jinan weke hevkarî di saziyên biryardayînê de were destnîşankirin.
-

Hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane bû hezar û 319 û êrîş didomin
Di êrîşa duh a li Esfehanê de yekîneyeke pîşesaziyê hat hedefgirtin. Di encama vê êrîşê de hinek karkeran jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên ji destpêka êrîşên li ser Îranê ve heta niha jiyana xwe ji dest dane bû hezar û 319.
-

Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
Hejmara 159’an a kovara Jinê bi berga “Şer û Berxwedan: Bîr, Têkoşîn û Pêşeroj” derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

Kongra Star ji bo dîlgirtiyan kampanyaya îmzeyan da destpêkirin
Berdevka Komîteya Dîplomasiyê ya kongra Star Emîna Osê da zanîn ku di meha Çileya îsal de êrîşek hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin û got ku ji ber gelek şervan dîl hatine girtin wan dest bi kampanyaya îmzeyê kirine.
-

Ji komuna destpêkê heya îro: Komîn civak bi xwe ye
Li Rojavayê Kurdistanê komunên ku li tax û gundan hatine avakirin dibin bingehê pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku civak rasterast beşdar dibe.
-

Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê di roja 968’an de bi biryardarî didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ya ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji aliyê koma 189’emîn ve hat dewirgirtin.
-

Navenda Çand û Hunera Mexmûrê konferansa xwe ya 4’emîn lidarxist
Navenda Çand û Hunera wargeha penaberan a Mexmûrê bi dirûşmeya ‘Huner Lêgerîna Heqîqetê ye’ konferansa xwe ya 4’emîn lidarxist.
-

Di êrîşa hewayî de malbatek hate qetilkirin
Cîgirê Waliyê parêzgeha Îlamê Tacedîn Salihyan eşkere kir ku di encama êrîşa Emerîka-Îsraîl ya li bajarê Eywan ya ser bi parêzgeha Îlamê de ji malbatek Kurd 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.
-

Li Filistînê binçavkirina rojnamevanan zêde dibe
Li gorî Komîteya Azadiya Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê, ji destpêka 2026’an ve heta niha 4 jê jin 22 rojnamevanên Filistînî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine binçavkirin.
-

Jinên Êzidî: Şehîd Nazê sembola berxwedanê ye
Tevgera Jinên Êzîdî (TAJÊ), şehîdên 3’êAdarê bi daxuyaniyekê bibîranîn û wiha gotin: “Em ê her tim li ser xeta şehîdan bimeşin”.
-

YRA: Di 2025'an de 9 rojnamevan hatin qetilkirin
YRA'yê ragihand ku di sala 2025'an de 9 rojnamevan hatine qetilkirin, 15 rojnamevan birîndar bûne û nêzî 11 rojnamevan jî hatine girtin.
-

Dayîkên Şemiyê: Yusuf Erîştî li ku ye?
Di çalakiya Dayîkên Şemiyê, ya vê hefteyê de çîroka Yusuf Erîştî ku di bin çavan de hat windakirin hat xwendin û dayîkan xwest aqûbeta wî were eşkerekirin.
-

Hêzên ewlehiya Îranê di 14 rojên dawî de 239 kes binçav kirin
Di 14 rojên şer de, ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve herî kêm 239 kes hatine binçavkirin. Li gelek bajaran xalên kontrolê hatine danîn. Polîsên Ewlekariya Giştî ya Ferecê ya girêdayî Emniyeta Îranê, ragihandin ku di 72 saetên dawî de 54 kes binçav kirine.
-

KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan ji Meclîsa Federal a Elmanya re name şand
KJAR’ê di nameya ku ji bo Zeynep Celaliyan, ji Endama Meclîsa Federal a Elmanyayê Cansû Ozdemîr re şandî de diyar kir ku pêwîst e hemû bibin dengê Zeyneb Celaliyan û got: “Peyama we li ser berpirsiyariya we ya li hember hemû jinên azadîxwaz e.”
-

HRANA: Heta niha 1.298 sivîl hatine kuştin
HRANA’yê diyar kir ku ji 28’ê Şibatê ve heta niha li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di şer de herî kêm 1.298 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û ji wana 29 jê jin, 205 zarok in.
-

Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Divê civaka navneteweyî li dijî êrîşan xwedî helwest be
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê û ya Îranê bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrîşên Îranê yên ser herêma Kurdistanê xwedî helwest be.