rojane
-

Ji Înîsiyatîfa jinan banga ‘Komîsyona Heqîqet û Aştiyê’
Înîsiyatîfa Jinan a “Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye”, daxwaz kir ku ji bo pêkanîna aştiyê tundiya leşkerî ya li dijî jinan bê lêkolîn kirin û darizandin. Înîsiyatîf, daxwaza avakirina komîsyona heqîqetê ya jinan û berdana girtiyên siyasî kir.
-

Şerê Îsraîlê li dijî Xezayê: 73 hezar û 419 kes hatin kuştin
Hejmara qurbaniyên şerê Îsraîlê yê li ser Xezayê ku ji Cotmeha 2023'an vir ve berdewam dike, gihîştiye 73 hezar û 419 mirî û 174 hezar û 364 birîndaran.
-

Li Îranê jinek 18 salî hat darvekirin
Li Îranê, darvekirina jina Kurd a 18 salî Dunya Mihemedî ku di temenê biçûk de hatî zewicandin, nîşana berdewama pêla darvekirin, cezayên mirinê û binçavkirinan e.
-

Fikarên derbarê aqûbeta rojnamevan Sahar el-Hawlanî de zêde dibin
Îdiayên “Rojnamevan Sahar el-Hawlanî ya li Yemenê ji aliyê Hûsiyan ve hatiye binçavkirin, ev nêzî 7 meh in di hucreya yek kesî de tê girtin, du caran rastî êrîşê hatiye û tenduristiya wê xirab dibe”, fikaran zêde dike.
-

Têkoşîna Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di panelekê de hat gotûbêjkirin
Di duyemîn salvegera şehîdên ragihandina azad Hêro Bahadîn û Gulistan Tara de, panelek hat lidarxistin. Di panelê de hat destnîşankirin ku divê rojnamevanên jin xwedî parêzbendî bin.
-

Dayîkên Şemiyê li aqûbeta Mustafa Mehmet Gunkan pirsîn
Dayîkên Şemiyê di hefteya hezar û 117’emîn a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê kom bûn û xwestin ku aqûbeta Mustafa Mehmet Gunkan ê ku 32 sal berê li Hênê di binçav de hatibû windakirin, bê aşkerakirin.
-

Li Hesekê Saziya Xizmetên Civakî û Pêşxistina Jinan hat vekirin
Bi armanca piştgirî , perwerde û pêşxistina her jinekê ku dixwaze di qadên cuda de serkeftî û pêşeng be, li bajarê Hesekê Saziya Xizmetên Civakî û Pêşxistina Jinan hat vekirin.
-

Li çalakvana Kurd Menîce Hoşnud sê meh cezayê girtîgehê hat birîn
Li welatiya Kurd a li Bokanê Menîce Hoşnud, bi hinceta "propagandaya li dijî pergalê" sê meh cezayê girtîgehê hat birîn. Hoşnud berê jî bi heman hincetê hatibû darizandin û cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
-

Di panela li Silêmaniyê de pirsgirêkên rojnamevanên jin hatin nîqaşkirin
Di panela bi mebesta 2’yemîn salvegera qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Behadîn de, jinan bi gotarên cuda bal kişandin ser rola jinên rojnamevan a di saziyên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê de.
-

Mehbûbe Şabanî li girtîgeha Wekîlabada Îranê di greva birçîbûnê de ye
Yek ji girtiyên xwepêşandanên meha Çileyê Mehbûba Şabanî, ji bo protestokirina şert û mercên xirab ên girtinê yên beşa karantînayê ya girtîgeha Wakilabada Meşhedê û nezelaliya derbarê doza wê de, dest bi greva birçîbûnê kir.
-

Rêwîtiya koçberiyê li peravên Tûnisê: Herî kêm 13 kes mirin
Rayedarên Tûnisê eşkere kirin ku herî kêm 13 koçber piştî li peravên Tûnisê di riya koçberiyê de mirin, hatin dîtin. Di heman demê de tîmên rizgarkirinê karîbûn du kesên sax ji avê derxin, ku yek ji wan di rewşek krîtîk de ye.
-

YRJ: Em ê pênûs û kameraya Gulistan û Hêro li erdê nehêlin
Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) di salvegera qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn de, ragihand ku êrîşên li ser çapemeniya azad sîstematîk in û da xuyakirin ku ew ê têkoşîna wan a ji bo gihandina rastiyê bidomînin.
-

Çalakiya nobetê ya Mexmûrê di roja xwe ya hezar û 129’an de didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, bi dewirgirtina koma 217’an, di roja xwe ya hezar û 129’an de didome.
-

‘Rojnamevanên Sûdanê di nava şer û gefên giran de dixebitin’
Li Sûdanê di dema şerê navxweyî de bi deh hezaran kes mirine û bi milyonan jî koçber bûne. Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê hişyariyê dide ku rojnamevanên ku bi awayekî bêalî rastiyan radigihînin, bi gef, girtin û armanckirinê re rûbirû ne.
-

Çalakvana Alman Paula Mayer: Ez ji aliyê polîsên Tirk ve rastî êrîşa zayendî hatim
Çalakvana Alman Paula Mayer, îdia kir ku piştî serdana xwe ya Bakurê Kurdistanê li Tirkiyeyê hatiye binçavkirin û ji aliyê karmendekî yekîneya koçberiyê ve rastî destdirêjiya zayendî hatiye.
-

Ji sedî 94’ê nifûsa Xezayê hewceyê stargeh û pêdiviyên bingehîn in
Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku ji sedî 94’ê nifûsa Xezayê hewceyê stargeh û pêdiviyên bingehîn in. Li gorî nirxandinên mirovî yên zêde dibin, çar ji her pênc malbatan di stargehan de bi birçîbûneke krîtîk re rûbirû ne.
-

Li Pîranşarê jina Kurd Naznîn Hûseyînpûr hate binçavkirin
Nişteciha Pîranşarê Naznîn Hûseyînpûr piştî ku serî li Rêveberiya Îstîxbaratê da, hate binçavkirin û birin cihekî nediyar. Malbata wê di nava fikarê de ye û ji ber ku agahî ji rewşa wê nayên girtin.
-

Li Kongoyê belavbûna Ebolayê: Rewş ber bi xetereyên mezin ve diçe
Li Komara Demokratîk a Kongoyê vîrusa Ebola bi lezeke mezin belav dibe. Rayedarên NY'yê hişyar dikin ku qada pêketî niha ji Fransayê mezintir e û şewb ji kapasîteya têkoşînê ya rêxistinan derbas bûye.
-

Bi pêşengiya jinan gelê Tûnisê li dijî zilm û qeyranê daket kolonan
Li Tûnisê bi beşdariyeke xurt a jinan li dijî neheqî, zilm û xirabûna şert û mercên jiyanê meşek hate lidarxistin. Xwepêşanderan daxwaza berdana girtiyên siyasî û çareserkirina qeyranên aborî kirin.
-

Di sempozyûma li Iraqê de li ser rola jinan nîqaş hatin kirin
Navenda Dewi bi sempozyûmek bal kişand ser girîngiya beşdariya jinan di avakirina aştiyê de. Pispor û çalakvanan tekez kirin ku tevlîbûna jinan a biryargirtinê ewlehî û aramiya civakî xurt dike.